Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Komeleya Mafên Mirovan (IHD) bi sernavê “daxwazên me yên piştî hilbijartinê” daxuyaniyeke nivîskî weşandiye.
Komeleyê diyar kiriye ku piştî hilbijartinên Parlamentoyê û Serokomariyê encamên girîng derketine holê û nîvê kesên li vê erdnîgarê dijîn nîşan daye ku ew xwedî nêrîneke din in.
IHDyê gotiye ku divê desthilatdariya siyasî li gorî van daxwazan tevbigere û tedbîrên hewce bistîne.
Daxwazên komeleyê ev in:
- Divê him li gorî hiqûqa navxweyî him jî li gorî ya navnetewî tevbigerin.
- Divê hemû astengiyên li ber azadiya xweîfadekirinê bên rakirin û siyasetmedar, mafparêz û rojnamegerên ji ber hizrên xwe di girtîgehan de ne, serbest bibin.
- Jin dixwazin Peymana Stenbolê careke din bê îmzekirin.
- Teqez divê ew zimanê cudakar ê ku desthilatdar li dijî mixalefetê bikar tîne, biguhere.
- Divê di mijara girtiyên nexweş de li gorî hiqûqa mirovî tevbigere.
- Divê zimanê nefretkirinê yên li dijî LGBTI+an tê bikaranîn, biguhere û li gorî qedexeya cudakariyê ya xala 14an a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê tevbigere ku Tirkiyeyê jî ew îmze kiriye.
- Gelê kurd aştiyê dixwaze. Divê desthilatdar di mijara pirsgirêka kurdan de, berê dest ji helwesta xwe ya înkarkirinê berde û gavên demokratîk biavêje.
- Divê mafên karker û kedkaran misoger bibin û şert û mercên biewle ji bo karkirinê bên avakirin. Divê demildest peymanên ku Tirkiyeyê ew îmze kirine, bikevin meriyetê.
(AS/FD)