Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li navçeya Gevera Colemêrgê vê sibê di serdegirtinên malan de ciwanên bi navê Demhat Kûrt, Diyar Şedal, Rahmî Terzîoglû, Îsa Terzîoglû, Aras Yaşar, Ûgûr Şedal û Mûstafa Bor hatine desteserkirin.
Polîsan di serdegirtinên malan de derî û şibak şikandine tundkarî li ciwanan kirine.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê îfadeyên ciwanan ên li miduriyeta polîsan didomin. Wêneyên têkildarî tundkariya ku polîsan li ciwanê bi navê Mûstafa Bor kiriye derketine holê. Di wêneyan de tê dîtin ku serê Bor şikestiye, li gelek cihên laşê wî xwîn jê hatine û reş û şîn bûne.
Doktor rapora “serêşê”
Hatiye îdiakirin ku tevî şopên tundkariyê jî li nexweşxaneya ku Bor birinê tenê bi “gazina serêşê” raporek jê re hatiye nivîsîn.
Parêzer Eren Baskin têkildarî bûyerê li ser hesaba xwe ya medyaya civakî ev peyam parve kiriye: “Rapora ‘şopa lêdanê nîne’ dan Mûstafa yê ku birin Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê. Bi zextên parêzerên me careke din birine nexweşxaneyê. Hemû şopên îşkenceyê hatin qeydkirin.”(NT/AY)