Fotograf: MA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Nûçegîhanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Delal Akyuzê ku duh li Îzmîrê hatibû desteserkirin, piştî karûbarên fermî yên li emniyete, vê sibê birine Edliyeya Îzmîrê.
Li gorî nûçeya MAyê, dozgerî daxwaz kiriye ku Akyuz bi şertê kontrola edlî serbest bibe. Dadgehê biryar daye ku bi şertê dernekeve derveyî Tirkiyeyê, Akyuz serbest kiriye.
Akyuz berê jî ji ber heman sûcî hatibû girtin
Akyuz di sala 2017an de li Mêrsînê dema xwendekar bûye, bi îdiaya “propagandaya rêxistinê kiriye” sal û meh û 15 rojan cezayê girtîgehê lê hatibû birîn.
Li gorî zanyariyan, îro li dadgehê heman sûc lê hatiye barkirin.
Akyuz ji ber wî cezayî 7 mehan di girtîgehê de mabû û ji ber heman îdayan di sala 2019an de careke din doz lê hatibû vekirin. (NT/FD)