Haberin Kürtçesi için tıklayın
Dadgeha Bilind 10 sal û 10 meh cezayê girtîgehê yê ku li Kadîr Şeker hatibû birîn, pesend kiriye.
Di 5ê Sibatê de li Selçûklû, navçeya Konyayê dema Ozgur Dûran Tundkarî li Ayşe D.yê dike, Kadîr Şeker hewl dide rê li tundkarîyê bigire. Di wê xirecirê de Şekerî dibe sedemê mirina Ozgur Dûranî ya bi kêrê. Li ser bûyerê dadgehê li Kadîr Şekerî 12 sal û 6 meh cezaya girtîgehê birîbû. Piştre ev ceza hatibû betalkirin û Şeker ji nû ve hat dadkirin. Li Şeker 10 sal û 10 meh ceza hat birîn. Dadgehê Bilind Cezayê Şekerî pesen kiriye.
1emîn Daîreya Cezê ya Dadgeha Bilind, lêkolîna xwe ya li ser biryara derbarê Kadîr Şekerî de ya ku 3emîn Dadgeha Cezayê Giran a Konyayê di 5ê Tîrmeha 2022an de dabû temam kiriye.
Li gorî vê, 10 sal û 10 meh cezayê girtîgehê yê li Şeker hatiye birîn bi piraniya dengan hatiye pesendkirin(VC/AY)