Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Rêveberê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Êlihê Yakûp Orak, rastî tûndkariya polîsan hatiye.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê dema Orak ji Taxa Rezanê ji şîna xizmekî xwe vegeriya ye, rastî tûndkariya polîsan hatiye.
Orak diyar kiriye û gotiye: "3 wesayîtên zirxî pêşî li min birîn û wêne girtin. Paşê daketin. Hatin kulm li singa min xistin, gaza îsotan reşandin ser çavê min ê emeliyatkirî, li pişta min û singa min xistin. Paşê ez ketim erdê. Piştî ku ez ketim, ew jî reviyan."
Orak diyar kiriye ku ew li Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Êlihê ye û gotiye: "Ên li wir haya ambulansê pê xistin. Ez niha li nexweşxaneyê me. Ez ê raporê wergirim û giliyê polîsan bikim." (NT/AY)