Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Rêxistina Efûyê ya Navnetewî hejmara darvekirinên li seranserî cîhanê yên di sala 2022yan de pêk hatine, aşkere kiriye.
Li gorî rapora Rêxistina Efûyê, li welatên Rojhilata Navîn û Afrîkaya Bakur, cezayê darvekirinê gelekî zêde hatiye dayîn û ji ber wê jî li gorî pênc salên dawiyê, di sala 2022yan de hejmar gihîştiye asta herî zêde.
Raporê diyar kiriye ku li Erebistana Siûdiyê di rojekê de 81 kes hatine darvekirin. Li 20 welatan cezayên darvekirinên bicih anîne. Şeş welatan an bi temamî yan jî beşek ji cezayên darvekirinê betal kiriye.
Li gorî sala 2021an, di sala 2022yan de rêjeya darvekirinan ji sedî 53 zêde bûye. Li gorî zanyariyên hatine bidestxistin, li 20 welatan 883 kes hatine darvekirin. Lê hejmara kesên li Çînê hatine darvekirin ne di navê de ye.
Rêxistina Efûyê ya Navnetewî liv an welatan di sala 2021an de li 520 kesan cezayê darvekirinê hatine birîn, ev hejmar di sala 2022yan de bûye 825. (EMK/FD)