Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê aşkere kiriye ku artêşa Îsraîlê li Şerîaya Rojava gule bera du ciwanên filistînî dane û ew kuştine.
Bûyer li bajarokê Kabatiayê yê li başûrê Cenînê pêk hatiye.
Li gorî nûçeya li Palestine Chronicleyê hatiye weşandin, kesên ku mirine Ahmad Jamal Assafê 19 salî û Waranî Walîd Qatanatê 24 salî ye.
Şahidên bûyerê diyar kiriye ku artêşa Îsraîlê li taxa rojava ya Kabatiayê bi ser çend malan de girtine û li nava malan geriyane. Her weha mal serobino kirine.
Di vê navberê de li Xeta Xazeyê ya di bin dorpêçê de ye, artêşa Îsraîlê bi şev hin dever bombebaran kirine. Li rojhilatê herêma Xan Yûnûsî jî dengên teqînan hatine bihîstin. (NT/FD)