Fotograf: Dayikên/Mirovên Şemiyê(Çalakiya li Goristana Bêkesan a Altinşehirê)
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Raportora Taybet a Mafparêzan a Neteweyên Yekgirtî (NY) Mary Lawrowê, derbarê doza li Dayikên/Mirovên Şemiyê vebûye de peyamek weşandiye.
Lawrowê li ser hesabê xwe yê Twitterê nivîsiye û gotiye, “Ne sûc e ku xizmên xwe yên hatine windakirin bi rengekî aştiyane biparêzin, windakirina mirovan sûc e. Doza îro, delîla dawiye ya eziyeta li Tirkiyeyê li mafparêzan dibe.”
Di 30ê Tebaxa 2022yan de ji bo Roja Kesên Bidarê Zorê Hatine Windakirin a Navnetewî, Dayikên/Mirovên Şemiyê, li Stenbolê xwestin li Goristana Bêkesan a Altinşehîrê civîneke çapemeniyê li dar xibin. Polîsan ew asteng kiribûn û xizmên windayan desteser kiribûn.
Paşê doz li xizmên windayan hatibû vekirin. Îro wê cara pêşiyê derkevin pêşberî heyeta dadgehê. Dadgehkirina wan li Dadgeha Asliye Cezayî ya yekem a Kuçukçekmeceyê pêk tê. (AS/FD)