Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Hevserokê rêxistina bajarê Stenbolê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ferhat Encuyî derbarê kuştina stranbêj Cîhan Aymazî de daxuyaniyek weşandiye.
Duh (2yê Gulanê) li Kadikoya Stenbolê, kesekî êrîşî stranbêj Cîhan Aymazî kiribû û ew kuştibû.
Encuyî gotiye ku ji Aymaz xwestiye ku li strana “Ölürüm Türkiyem” bixe û wî lê nedaye û ji ber vê êrîşî wî kiriye. Encuyî destnîşan kiriye ku kuştina Aymazî kuştineke nîjadperestiyê ye.
Li gorî daxuyaniya Encuyî, Aymaz dilxwazê partiya wan e.
Çi bûbû?
*Cîhan Aymaz
Duh li Kadikoyê kesekî bi navê Mehmet Caymaz, saet li derdora 19.00ê de ji stranbêj Cîhan Aymazê 29 salî xwestiye li strana “Ölürüm Türkiyem” bixe. Aymazê ku li rixtima Kadikoyê stranên kurdî distirê, daxwaza Caymazî pêk nehatiye. Caymazî bi kêrê êrîşî Aymazî kiriye û Aymaz ketiye deryayê. Paşê Mehmet Caymazî jî xwe avêtiye nava avê.
Aymaz birine Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Haydarpaşa Nûmûneyê lê miriye.
Polîsên deryayî Mehmet Caymaz ji nava avê derxistiye û ew birine Navenda polîsan a Kadikoyê. (TY/FD)