Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Komeleya Xebatên Meyldariya Zayendî û Nasnameya Zayendan a Polîtîkaya Civakî (SPoD) bi navê "Bila Roja Xuyabûna Lezbiyenan pîroz be" daxuyaniyek weşandiye.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku “Ji sala 2008an û vir ve her sal 26ê Nîsanê weke Roja Xuyabûna Lezbiyenan tê pîrozkirin. Li cîhaneke ku heteroseksîzm weke tiştekî asayî tê pejirandin, cudakarî û newekhevî li lezbiyenan dibe, Roja Xuyabûna Lezbiyenan kampanyayeke xuyabûnê ya gerdûnî ke ku dihêle lezbiyen li cîhanê xuya û ewle bibin.
Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî di 17ê Gulana 1990an de biryar da ku hevzayendîtiyê ji patolojiyê cuda bikin, heman roj li zêdetirî 130 welatan, weke Roja Dijberiya Homofobî û Transfobiyê ya Navnetewî hate pîrozkirin û li 37 welatan hîna jî hevzayendî weke tawan tê pejirandin. Ji ber ku di serdema xamatiyê de hestên lezbiyenan aloz dibin, ew ji heteroseksuelên jin bêhtir dikevin depresyonê û hin nexweşiyên din bêhtir li wan peyda dibin.
Ev pirsgirêk bi xwe re, ji ber homofobiyê ya di civakan de berberav e dihêle lezbiyen rastî helwestên nefretkirinê û darizandinê tên û di encamê de xwe vedişêrin, nikarin bi hêsanî bibêjin ka ew kî ne. Ji ber wê Roja Xuyabûna Lezbiyenan, li dijî tunehesibandina lezbiyenan, gaveke girîng e.” (EMK/FD)