Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Di çarçoveya lêpirsîna ku navenda wê Amed e polîsan li 21 bajaran bi ser malan de girtine. Di encama serdegirtinan de rojnameger, siyasetmedar, parêzer û hunermend jî di nav de gelek kes hatine desteserkirin.
Yek ji kargehên ku polîsan bi ser de girtine, buroya Weşanên Aramê ya li Yenîşehîra Amedê ye.
Piştî ku lêgerîn bi dawî bûye, polîsan li şûna ku rapora lêgerînê deynin, têbiniyek ji weşanxaneyê re hiştin û wiha gotiye: "Wan dest danîne ser flashên di odeyan de, kaseyên kompîturan, laptop û telefonên destan a li ser maseyê. Operasyona Şaxa TEMê."
"Em ê xebatên xwe bidomînin"
Yek ji xebatkarên weşanxaneyê Arif Altan ji bianetê re axivî û diyar kir ku dest danîn ser hemû arşîva dîjîtal a weşanxaneyê.
Altan axaftina xwe wiha domand:
"Dema em li buroyê nebûn, danê sibehê polîsan deriyê weşanxaneya me şikandine û ketine hundir. Ti xebatkarên Weşanxaneya Aramê nehatine desteserkirin lê dest danîne ser 3 kompîturên me. Her wiha dest danîn ser hard dîskên me û bi vî awayî hemû arşîva me ya dîjîtal girtine û nêzî 20 pirtûkên me yên ku me ji bo çapê amade kiribûn jî girtine.
"Em van operasyonên li dijî rojnameger, weşanger û siyasetmedarên Kurd ji berê de dizanin. Jixwe 8 sal in em di van şert û mercan de weşanê dikin, lewma ji bo me ne rewşeke nû ye. Me dizanibû ku pêş hilbijartinê dê zextên li ser kurdan zêde bibin.”
"Em dizanin ku ev yek wê bandorê li me neke. Em ê karê xwe yê weşangeriyê bidomînin, ew ê jî dê zextên xwe zêde bikin. Wate her kes tişta ku dizane wê dîsa bidome."(TY/AY)