Polîsan nehişt bernameya bîranînê ya 24ê Nîsanê li kolanê pêk bê
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Endamên Komîsyona li dijî Nîjadperestiyê û Cudakariyê ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) xwest li kolana ku avahiya ÎHDyê lê ye, bernameya bîranînê ya 24ê Nîsanê ya Komkujiya Ermenan pêk bîne, lê polîsan destûr neda.
Endamên Komîsyonê ji sala 2005an û vir ve bername li Sûltanahmeta Stenbolê pêk dianî.
Seroka Giştî ya ÎHDyê Eren Keskîn û Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mûsa Pîroglû jî di nav de mafparêzan xwest daxuyaniya xwe bixwînin lê polîsan ji wan re got, “Em ê we desteser bikin, hûn nikarin li kolanê daxuyaniya xwe bixwînin.” Piştî vê rewşê, beşdaran civîna xwe li salona ÎHDyê kir.
Endama koma Dayikên/Mirovên Şemiyê Hanîfe Yildiz, mafparêz Leman Yûrtsever, parêzer û mafparêz jî di nav de gelek kes beşdarî civînê bûn.
“Bila edelat pêk bê”
Eren Keskînê li ser navê komê daxuyanî da û got:
“Em mafparêz dibêjin, nabe komkujî bibe mijara polîtîkayê, dîplomasiyê û têkiliyên navnetewî. Nabe bê jibîrkirin ku komkujî beriya her tiştî binpêkirina mafên mirovan a girseyî ye ku bi deste dewletê hatiye kirin.
“Înkarkirin bibandortirîn, mayîndetirîn, belavtirîn binpêkirina mafan e. Ji ber çavkaniya binpêkirina gelek mafên mirovan e ku bandoreke mezin dike, teşwîq dike, cesarete dide.”

Piştî Keskînê nivîskarê ermen Mûrat Mihçi jî axivî û got ku kêm derdor behsa komkujiyê dikin û ji ber wê jî bîranîn û gotinên li vir gelekî girîng in.

Endama Platforma 25ê Nîsanê Yildiz Onenê jî axivî û diyar kir ku platformê xwestiye li Kadikoyê biranînê pêk bîne lê hatiye qedexekirin. Onenê bang li Walîtiya Stenbolê kiriye û xwestiye biryara xwe biguherîne.
RAPORA TUNDKARIYA MÊRAN - NÎSAN 2026
Mêran di Nîsanê de 28 jin kuştin
Li Mecîdiyekoyê polîsan meşa 1ê Gulanê a ji bo Taksîmê asteng kir: Gelek kes hatin desteserkirin
RAPORA TUNDKARIYA MÊRAN - ADAR 2026
Mêran di Adarê de 32 jin kuştin
Di doza ÎBBê de 18 kes serbest bûn
Dadgehê di doza IBBê de biryara valakirina salonê da