Fotograf: MA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Komîsyonên Girtîgehan ên Baroya Wanê, şaxa Wanê ya Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û Komeleya Piştgiriya bi Malbatên Girtî û Cezaxwiran (TUHAY-DER), rapora ku derbarê girtîgehên Behra Reş de amade kiriye, aşkere kiriye.
Endamên komîsyonan ji bo raporê aşkere bikin, li Baroya Wanê civîneke çapemeniyê li dar xistiye. Yek ji parêzerên OHDyê Mehmet Fettah Keleşî diyar kiriye ku wan ji ber daxwaza malbat û girtiyan serdana Girtîgeha Tîpa Tyê ya Bafrayê, Girtîgeha Tîpa Syê ya Kavakê ya Samsûnê, Girtîgeha Zarokan a Kavakê, Girtîgeha Tîpa Lyê ya Kalkandereyê ya Rîzeyê, Girtîgeha Tîpa Myê ya Baybûrtê, Girtîgeha Tîpa Lyê ya Espiyeyê ya Gîresûnê û Girtîgeha Tîpa Tyê ya Beşîkduzuyê kiriye û di encamê de jî raporek amade kiriye.
Li gorî nûçeya MAyê, Keleşî gotiye ku girtiyan gilî û gazind ji buhayê zêde ê fatorayên elektrîkê kirine.
“Girtî hene ku 2 sal in nikarin biçin nexweşxaneyan”
Keleşî bi van gotinan behsa binpêkirinan kiriye:
Girtîgeha Bafrayê
“Dema girtî diçin nexweşxaneyan cenderme li nava devên wan dinerin û girtiyên vî tiştî qebûl nakin, nabin nexweşxaneyan. Ji ber vê rewşê ye ku hin girtî hene, 2 sal in nebirine nexweşxaneyan. Li girtîgehê hin girtî hene ku nexweşiyên wan xedar in û li revîza girtîgehê bi tenê dermanan ji wan re dinivisînin û wan dermanan jî bi derengî didin wan.”
Girtîgeha Tîpa Lyê ya Gîresûnê
“Girtiyan bi derengî dibin nexweşxaneyan, dixwazin li nava devê girtiyan binerin, girtiyan mehê carekê dibin revîra girtîgehê, mafên wan ên tenduristiyê tên astengkirin. Girtiyên nexweş Şehmûz Koç, Yahya Guneş, Aydin Genç, Mehmet Dalga, Hamdîn Çîçek, Mehmet Çaldirici, Ahmet Zenger, Mehmet Emîn Sûsin, Bahrî û hin nexweşên din ên nexweşiyên wan ên giran hene, naşînin nexweşxaneyan û ew nikarin mafê xwe yê tenduristiyê bidest bixin.”
Girtîgeha Espiyeyê
“Bihayên kantînê gelekî zêde ye, xwarin kêm in û ne baş in. Li qawişên 8 kesî, 21 kes dimînin, hin girtî li erdê radizên. Telefonên girtîgehê xerabe ne û bi van telefonan li malbatên xwe diğerin, ji ber wê jî deng baş naçe yên li hember.”
Girtîgeha Beşîkduzuyê
“Girtî daxwaznameyan dişînin wezaret û saziyên cuda. Lê rêvebiriya girtîgehê bêyî hincetekê nişan bide, dest datîne ser van daxwaznameyan. Dema girtî diçin nexweşxaneyan, cenderme bi israr dixwazin wan bi kelemçe bidin miayenekirin, ji ber vê jî girtî di wexta xwe de nikarin biçin revir û nexweşxaneyan.”
Girtîgeha Tîpa Lyê ya Kalkandereyê ya Rîzeyê û Girtîgeha Tîpa Myê ya Baybûrtê
“Hemû çalakiyên hevpar ên girtiyan hatine astengkirin û nahêlin girtî bi hev re biçin û mafê xwe yê spor û sohbetê bikar bînin, dest datînin li ser nameyan.”
Girtîgeha Tîpa Syê ya Kavakê
“Piştî erdhejên Mereşê hin girtî şandine vir û dema ew girtî hatine girtîgehê xwestina cil û bergên wan ji wan bikin û lêgerînê bikin. Destûr nedane ku girtî bi xwe re kelûpelên xwe bînin.” (AS/FD)