Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li Iranê ji dawiya sala rabirdû ve, êrîşên bi gaza jehrî bi taybetî li dijî dibistanên ku piraniya wan xwendekarên keç lê dixwînin, tê kirin. Heta niha li 238 dibistanan zêdeyî 5 hezar xwendekar bi jehrê ketine.
Lêkolîner-Nivîskar Jiyar Cîhanferd ku li bajarê Kirmaşanê yê Rojhilatê ji dayik bûye, ji bianetê re behsa qonaxa pêş êrişên gaza jehrî û piştî êrişê kir.
Bandora êrişê heta niha li çend xwendekaran bûye?
Cîhanferd diyar kir ku heta niha bi hezaran zarokên keç jehrî bûne û wiha got: "Li tevahiya Îranê êrîşên bi gaza jehrî rû da. Heta li hin cihan dibistanên kuran jî rastî êrişê hatin. Di encama êrişên gazê de pirsgirêkên weke hesta xeniqînê, gêjbûn û xweçûn pêktê. Agahî hene ku heta niha hin xwendekar mirine. Lê belê ji ber ku di raporan de sedemên mirinê cuda tên nîşandan, em nikarin agahiyên zelal bigirin. Bijîşk dibêjin ku gazên jehrî di demeke dirêj de dikarin zirareke mezin bidin zarokan.”
“Gel bi dirûşma ‘jin, jiyan, azadî’ serîhilda”
“Nêzîkî 3 meh bi ser kuştina Jîna-Mehsa Emînî ji aliyê hikûmetê û serhildana giştî ya gelê Îranê ve derbas bû, ku êrişên kîmyayî-jehrkirn li ser dibistanên keçan li bajarê Qumê dest pê kir. Lê ji ber ku ew dem bilindahî û germahiya serhildanê bû, Xelk li kolanan bûn. Û medyayê nûçeyên serhildan, girtinên berfereh, îşkence û analîzkirina serhildanê belav kirin, ji ber vê yekê Ev sûc ji aliyê çapemeniyê ve nehate cih û zêde belav nebû.”
“Hêjayî gotinê ye ku bajarê Qumê navenda Îslama siyasî ya Şîe ye û bilindkirina dirûşma (jin, jiyan, azadî) bandoreke berfireh li vî bajarî kir. Dewriyen hicab ji bo jinan her tim li Qumê hebûne û bi berdewamî hişyariyê didin jinên ku perdeya wan hinekî ji pîvanên wan cudatir e. Niha li bajarekî wiha xelkê bi diruşma “jin, jiyan, azadî” dijberiya xwe li hember rejîmê ragehandibû û azadiya jinan û azadiya civakê dixwest, ji ber wê jî ew keç bûne armanca êrîşên kîmyayî-jehrîkirin.”
“Nêzîkî pênc meh bi ser despêka serhildanê re derbas dibe û rejîma Komara Îslamî bi tepeserkirin û zextên berfireh karî bi şiklekî demkî kolanan bêdeng bike, lê xelk bêdeng nebûn û serhildan bi şêweyên din girt. Xelkê dijberiya xwe bi rejîmê re bi awayên din bi rawestana li dijî hikûmetê û ji ber hicaba ferz li cihên giştî nîşan dan.”
“Dixwazin dibistanên keçan bigirin”
“Di rojên destpêka bizava giştî de, xwendekaran di dibistanan de çarçova wêneyên Xumeynî û Xamineyî bin pê kirin û di ser re derbas bûn û wêneyê Xumeynî ku di destpêka hemû pirtûkên dersê de hatiye çapkirin çirandin. Li ser dîwarên dersan sloganên li dijî hikûmetê nivîsandin û hicab jê kirin. Ev hemû hatin fîlm kişandin û bi awayekî berfireh di çapemeniyê de cih girt. Ev tevgera kolektîf ji dibistana seretayî (xwendekarên 6 salî) heta lîse û pêş-zanîngehê (18 salî) li hemû astan hate meşandin. Di çend dibistanan de, mudîr pêwendî bi hêzên ewlehiyê re kirin û hêzên ewlehiyê êrişî xwendekarên dibistanan kirin û girtin û di van êrîşan de çend xwendekar hatin kuştin. Lê xwepêşandanên xwendekaran berdewam bûn û rejîmê ji bo cezakirina xwendekaran û çêkirina terorê dest bi êrîşên kîmyayî kir. Ji ber ku jin û keç di vê tevgera şoreşgerî de roleke berçav dilîzin, rejîma Komara Îslamî sîstemek dijî jinê ye û ev tevger bi şoreşa jinan û şoreşa (jin, jiyan, azadî) tê naskirin. Piraniya êrîşên kîmyayî li ser dibistanên keçan in. Ev êrîş li gelek bajaran hatin kirin.”
Bertekên malbatan
“Ji aliyê çalakvan û malbatên xwendekaran ve gelek bertek hatin nîşandan. Malbat li ber Midûriyeta Perwerdehiyê kom dibin û vê rewşê protesto dikin. Hêzên ewlehiyê jî êrişî malbatên xwepêşanderan dikin. Bertekên herî eşkere li bajarê Seqez, bajarê ku tevgera şoreşgerî lê dest pê kir, rû da. Roja 9ê Nîsanê dema ku hejmarek ji dibistanên keçan ên bajarê Seqizê rastî êrişa kîmyayî hatin kirin, malbatên xwendekaran ala Komara Îslamî ji ser serê dibistanê daxistin û li kolanan xwepêşandan kirin û hêzên ewlehiyê rejîmê jî teqe li wan kir. Li aliyê din rêveberên dibistanan gef li malbatan dixwin ku divê zarokên xwe bişînin dibistanê.”
Derbarê Jiyar Cîhanferdî de
Jiyar Cihanferd bi navê fermî (Sajjad Jahan Fard) (1985) li Gyelan a ser bi parêzgeha Kirmașanê a Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bûye.
Jiyar Çend caran ji aliya hêzên ewlehiyê yên Îran û Tirkiyeyê hatiye binçav û zindanîkirin û niha endamê PENa Elmaniyayê û Enndamê Komîteya Birêver a Giştî û Berpirsê Komîteya çap û weşana Navend a PENa Kurd e.
Zêdetir ji 20 salane çalakî û lêkolînên Jiyarê di warê edebiyat, huner û zimanê kurdî (Kelhurî, kurmancî, soranî û Lekî) de berdewamin û berhema xebatên wî çapkirina 11 pirtûkan e. Herwiha carcarna gotaran jî di vê qadê de dinivîse.
• Efsaneyên welatê Medya. , 7 cilt ku 4 cilt ji wan li instîtuta kelepirê kurdî _ Silêmanî hatine çapkirin. 1.Berga yekem sala 2009/ 2.Berga duyem 20011/ 3.Berga sêyem û çarem 2013 / 4.berga çarem 2014
• Navnameya Manêșt - Ferhenga navên kurdî, Çapa yekem 2009 weșanxaneya Goran , Çapa duyem 2013 weșanxaneya Heyyan.
• Êvlîn - Wergerandina 9 çîrokan bo ser zimanê kurdî . 2012 Kirmaşan, baxi Ney
• Hermnaêg le bêdengî (Cawîdaniyek di bêdengiyê de) berhevkirin û lêkolînek li ser helbestên folklor a kurdî ya kelhurî, deverên kirmașan, îlam, xaneqîn, Bîcar hwd. Berga yekim(loriyên dayikan) bi sê zarava kelhurî , kurmancî û soranî hatiye çap kirin. Vê prtûkê li kirmașanê sala 2018 û çapa duyem jî sal 2019 di aliyê weșanxaneya Dîbaçe(kirmaşan) , Diyarbekir2017 Weșanxaneya J&J û Silêmanî 2017 weșanxaneya keleporê kurdî hatiye çpa kirin. Berga duyem (stranên folkolor) sala2018 weșanxaneya Dîbaçe, çapa duyem heman weşanxane. Berga sêyem(helbestên folkolrî ji bo șîn û miriyan) sala2018 Weșanxaneya Dîbaçe, çapa duyem heman weşanxane. Çapa nû di sala 2022ana de li aliyê weşanxaneya ERZAN li Swêdê hatiye çapkirin.
• Edîtorê Kovara "J"ê Ev kovar her sê mehan carekê bi lîsansa ISSN Almanyayê derdikeve.
• Sereyli Sengela(serên bê hempa) kurte çîrok - Kurdî û Elmanî - 2021
• Serrast kirina û amadekirina zêdetir li 80 pirtûkên kurdiya kelhurî li nivîskarên din.
• Di pirtûka (KEIN LAND NIRGENDS? Flucht von Deutschland, Flucht nach Deutschland /1933 – 1945 und Heute) du çîrokên bi sernavên "Dengek ku min bernade" û "Tabûtek ji bo jiyanê". ), 2022 Weşanên Dietz.
• Weşandina çîroka (Serên bê hempa) di antolojiya Pirtûka Nivîskarên Sirgûnê de, 2021 Navenda PEN Almanya.
• Çîroka (Xalîçeyek ji bo Mirinê) dê zivistana 2021ê di kovara Signumê de bi Almanî hatiye weşandin.
• Sînorên bê sê(roman) di bin çapê de ye.
(NT/AY)