Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Meclîsa Tenduristiya Karkeran û Ewlehiya Karî (ISIG) rapora xwe ya meha Adarê ya mirina karkeran a di dema karkirinê de weşandiye.
Li gorî vê raporê di meha Adarê de bi kemani 130 karker di dema karkirinê de mirine. Di sê mehên destpêkê yên sala 2023yan de, bi kêmanî 463 karker mirine. Li gorî vê rajeyê, ji serê salê û vir ve rojê bi kêmanî 5 karker mirine. 29 karkerên ku mirine (ji sedî 6,26) endamên sendîkayan bûne, 434 karker jî ne endam bûne (ji sedî 93,76).
Di raporê de hatiye diyarkirin ku ji ber ew daneyan ji çapemeniyê berhev dikin an jî bi xwe diyar dikin, ew di raporan de peyva “herî kêm” bikar tînin.
Her weha di raporê de hatiye destnîşankirin ku “Li hêlekê hema hema ne gengaz e em xwe bigihînin zanyariyên hevalên me yên karker ên li herêma erdhejê can dane. Li hêlekê jî ji ber rojeva erdhejê, di çapemeniyê de jî bûyerên mirinê yên karkeran ên li bajarên din kêm hatine nivîsîn.”
Meclîsa ISIGê bal kişandiye ser mijara absestê ya ku puştî erdhejên Mereşê yên 6ê Sibatê derketiye holê. Meclîsê diyar kiriye ku di sala 2010an de bikaranîna asbeste hatiye qedexekirin û li gorî daneyên Rêxistina Karkirinê ya Navnetewî (ILO) her sal asbest bandorê li cihên kar bandorê li 100 hezar karkeran dike û karker ji ber nexweşiyên wê, dimirin.
Li gorî raporên Meclîsa ISIGê, di salên desthilatdariya AKPyê de bi kemanî 30 hezar û 546 karker, di dema karkirinê de mirine.
Qanûna Tenduristî û Ewlehiya Karî ya hejmara 6331ê, 30ê Hezîrana 2012an di Rojnameya Fermî de hate weşandin. Ji wê rojê û pê de, di sala 2013an de bi kêmanî hezar û 235, di sala 2014an de hezar û 886, di sala 2015an de hezar û 730, di sala 2016an de hezar û 970, di sala 2017an de 2 hezar û 6, di sala 2018an de hezar û 923, di sala 2019an de hezar û 736, di sala 2020an de 2 hezar û 427, di sala 2021an de 2 hezar û 170 karker mirine.
Li gorî daneyan, di sala 2022yan de bi kêmanî hezar û 843 karker mirine. (HA/FD)