Fotograf: MA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Piştî ku Rêziknameya Derbarê Bicihanîna Cezayan a Tedbîrên Ewlehiyê û Cezakirinê û ya Derbarê Birêvebirina Bicihanîna Cezayan di 31ê Adara 2020an de kete meriyete, mafên girtiyan bêhtir tên binpêkirin. Bi vê rêziknameyê re, Lijneyên Rêvebir û Çavdêriyê yên girtîgehan, dest pê kirin û derbarê girtiyên dema wan ku hatiye tehliye bibin de biryarên taloqkirinê dan.
Li gorî qanûnê, piştî ku girtiyek beşek ji cezayê lê hatiye birîn bikişîne, bi hin şertan tehliye dibe. Lijneyên Rêvebir û Çavdêriyê li rewşa van girtiyan dinêre û biryarê dide ku ka divê tehliye bibin yan na. Di van demên dawiyê de ev lijne, tehliyekirina girtiyan taloq dikin û derketina wan a ji girtîgehan taloq dikin.
5 bira ne, her pênc jî girtî ne
Şemsîhan Ertûnça rûniştvana Colemêrgê, yek ji mexdûrên biryarên Lijneyên Rêvebir û Çavdêriyê ye. Pênc zarokên Ertûnçê hene ku her pênc jî girtî ne. Zarokên wê ji ber sedemên siyasî hatine girtin û 16 sal cezayê girtîgehê li Firat Ertûnç, 25 sal li Mûrat Ertûnç, 14 sal li Alî Ertûnç, 14 sal li Recep Ertûnç û 12 sal jî Ferhat Ertûnç hatiye birîn.
Ji Colemêrgê heta Trabzonê…
Her yek ji zarokên wê di girtîgehên cuda de tên girtin. Ferhat heft sal in girtî ye û niha li Girtîgeha Tîpa Tyê ya Beşîkduzuya Trabzonê ye, Recep û Mûrat 10 sal in girtî ne û li Girtîgeha Tîpa Tyê ya Tekîrdagê ne, Firat Ertûnç heft sal in girtî ye û li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmara 2yê ya Amedê ye, Alî Ertûnç jî çar sal in girtî ye û li Girtîeha Ewlehiya Bilind a Wanê ye.
Şemsîhan Ertûnça ku her yek ji zarokên wê li cihekî cuda ne, bi salan e bi dilekî rehet nikare wan bibine. Ertûnçê got: “Ez bixwazim her meh biçim seredana zarokên xwe, wê hemû emrê min di rê de biçe. Cejn tê lê derfetên min nîne ku ez biçim wan bibinim.”
Tehliyebûna sê kurên wê asteng kirine
Ferhat Ertûnç diviyabû k udi 25ê Sibatê de, Recep jî diviyabû di 14ê adarê de tehliye bibin. Lê ji ber sedema ku “poşman nebûne”, ew nehatine tehliyekirin û wê sê mehên zêde li girtîgehê bimînin. Alî Ertûnç jî kêmek wext mabû kut ehliye bibe lê ji ber dosyeyeke din cezayekî din lê birîn û tehliyebûna wî asteng kirin. Ertûnçê diyar kir ku “ev tiştekî kêfî ye” û “Bila Xwedî vê zilmê qebûl neke. Bêyî delîl hebin ceza dan. Bêsûc û bêguneh ewqas ceza dane. Bila êdî ev zilm bidawî bibe.”