Fotograf: IHDya Amedê
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Şaxê Amedê yê Komaleya Mafên Mirovan (IHD) derbarê kuştina Mîkaîl Ekînciyî de ya ji hêla leşkeran ve civîneke çapemeniyê li dar xistiye.
Di 1ê Gulanê de li gundê Bîstînê yê navçeya Çermûgê yê Amedê leşkeran bi ser gundikê Gulabaxçayan de girtiye û bi îdiaya ku “guh nedaye hişyariyê û reviyaye” Ekîncî hatibû kuştin. Xizmên Ekînciyî diyar kiriye ku leşkeran di dema serdegirtina malên wan de berê tifingên xwe dane wan, derb li wan dane û ew bi ser dev li erde rast kirine.
IHDya Amedê aşkere kiriye ku ew bi şahidên bûyerê re axivîne, wan lêkolîna pêşzabitnameya kontrolkirinê ya miriyî û ya taybetmendiyên erdnîgariyê û yên fîzîkî yên cihû bûyerê kiriye:
“Qinyateke xurt bi me re çêbûye ku hêzeke zêde û ya kêfî li dijî welatiyê bi navê Mîkaîl Ekînciyî hatiye bikaranîn, ew hedef hatiye girtin û guleyeke li pişta wî ketiye û bi vî rengî mafê wî yê jiyanê hatiye binpêkirin û dema leşkeran bi ser malan de girtiye îşkence, kiryarên xirab û heqaret li endamên malbata Ekînciyî kiriye û gef li wan xwariye.”
IHDyê gotiye ku her weha hebûna gûmana xurt a tohmetbariyê avêtine pişt guhê xwe, bi tene îfadeyên leşkerên gûmanbar wergirtine û tiştekî din nekirine: “Daxwazname ji leşkeran re şandine, îfadeyên wan wergirtine û bêyî biryareke tedbîrê ji bo wan bê dayîn, ew serbest bûne. Vê rewşê hiştiye ew gûman berbiçav bibe ku saziyên fermî karûbarên qanûnî û hiqûqî nekirine û wê nekin.”
“Bila lêpirsîneke berfireh bêkirin”
Şaxê IHDyê ya Amedê di civînê de xwestiye ku lêpirsîneke berfireh bêkirin, hemû hûrgiliyên vê lêpirsînê bi civakê re parve bikin, gûmanbar bên girtin û derbarê leşkerên peywendîdar de lêpirsînek bê destpêkirin û ew ji wezîfeyê bên wergirtin, hemû delîl û zanyariyên li cihê bûyerê hene, bên diyarkirin, berhevkirin û parastin û dest ji sîstema necezakirinê bê berdan. (AS/FD)