Fotograf: MA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Li Pirsûsê, navçeya Rihayê 23 kesên di 27ê Adarê de polîsan ew desteser kiribûn, hatine girtin.
Kesên hatibûn desteserkirin, duh (30ê Adarê) bi tohmeta ku “êndamên rêxistinê ne” “finansmana rêxistinê dikin” hatine girtin.
Polîsan di 27ê Adarê de bi ser malan de girtibûn û rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), hevşaredara berê jî di nav de 23 kes desteser kiribûn.
Kesên desteserkirî piştî jêpirsîna wan, birine Edliyeya Rihayê. Piştî îfadeyên wan li dozgeriyê hatine wergirtin, dadweriyê biryara girtina wan daye.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyaye, kesên ku hatine girtin ev in:
Hevşaradara Pirsûsê ya berê Hulya Demîr (51), Hevserokê HDPyê yê navçeyê Yaşar Gunduzalp (39), Hevseroka DBPyê ya navçeyê Rojda Bînîcî (53), Avnî Gokhan (55), Ayşe Aksû (54), Bulent Koçyîgît (45), Ferdî Karakelle (28), Ferît Balî (37), Feryal Çelîkbaş (49), Îbrahîm Bulbul (46), Îsmet Balî (46), Mahîde Kûrttekîn (49), Mahmût Balî (39), Mehmet Akîf Yildiz (39), Mûstafa Balî (23), Nermîn Şakir (60), Mustafa Balî (59), Osman Akgun (55), Sabrî Kaya (56), Salîh Kaplan (44), Savaş Îlhan (36), Veysel Balî (34) û Zeki Balî (40). (FD)