Fotograf: Sara Sûbaşi
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Dadgeha Destûra Bingehîn di serdana Dayikên/Mirovên Şemiyê û Komeleya Mafên Mirovan (IHD) de biryar dabû ku bi qedexekirina Qada Galatasarayê re mafê wan hatiye binpêkirin.
Dayik/Mirovên Şemiyê û IHDyê derbarê vê mijarê de li avahiya Şaxa Stenbolê ya IHDyê civîneke çapemeniyê li dar xist û wan got ku ew ê dest ji Qada Galatasarayê bernedin.
Dayikên/Mirovên Şemiyê di 25ê Tebaxa 2018an de ango di Hefteya 700an a çalakiya xwe de xwestibûn dîsa li Qada Galatasarayê li dar bixin. Lê polîsan êrîşî wan kiribû. Yek ji Dayikên/Mirovên Şemiyê Masîde Ocakê serî li Dadgeha Destûrî dabû. Dadgeha Destûrî biryar dabû ku xala 34an a Dadgeha Destûrî hatiye binpêkirin. Ev xal derbarê civîn û meşên xwenîşandanan de ye. Dadgehê di biryara xwe de gotibû ku divê 13 hezar û 500 TL tazminata menewî bidin Masîde Ocakê.
Li ser navê beşdaran Seroka Şaxa Stenbolê ya IHDyê Gulseren Yoleriyê di civînê de metna hatiye amadekirin xwend.
Yoleriyê gotiye:
“Ji destpêkê ve me digot, ev qedexe li dijî hiqûqa navnetewî, Destûra Bingehîn û yaseyên peywendîdar e, kêfî ye, mafên me binpê dike. Me bi van îdiayan seri li darazê da, me xwest ku binpêkirina mafên me ya li me bûye bila ji holê rabe. Heta Dadgeha Bingehîn biryar neda, ev îtîraz û daxwazên me yên mafdar ji nedîtîve hatin dîtin.
Yoleriyê destnîşan kir ku biryara Dadgeha Destûra Bingehîn tekez e: “Ji bo saziyên peywendîdar bêşert û merc berpirsiyariyên xwe bicih bînin em ê ji sibê û pê de li ser navê xizmên windayan û Komeleya Mafên Mirovan dest bi hewldanan bikin.”
Yoleriyê bang li rayedaran kiriye û gotiye: “Dest ji qedexeya xwe ya kêfî berdin û dorpêça li Qada Galatasarayê rakin. Em ê dest ji Galatasarayê bernedin ku cihê me yê hevdîtina me ya bi windahiyên me re ye. Em ê bi berdewamî li windahiyên xwe bigerin, li aqûbetên wan bipirsin, bixwazin faîlên wan bên cezakirin, îtîrazê li bêedaletiya heyî bikin, maf û azadiyan bixwazin.” (SS/AS/FD)