Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li Tirkîyeyê rola jinan, kuştinên jinan û pirsgirêka wekheviya zayendî yek ji rojevên sereke ye. Derbarê vê rojevê de nirxandin û daxuyaniyên feminîstan ên di nava civaka misilmanan de balê dikişinin. Jinên ku bi nasnameyên xwe yên îslamî di nava têkoşîna feminîzmê de cih digirin, ola kevneşop a mêran di ser jinan re digirin, şîrove kirin.
Dema Partiya Jinûve Refahê (YRP) hevdîtin bi AKPyê re kirin, xwest ku Qanûna Derbarê Parastina Malbatan û Pêşîlêgirtina Tundkariya li Jinan Dibe ya hejmara 6284ê bê rakirin. Bi vê re naverok û armanca Qanûnê careke din hate nîqaşkirin.
Em bi yek ji avakarên Komeleya Feminîstên Misilman a bi navê Havleyê Rûmeysa Çamliderelî, civaknas Feyza Akinerdem û feminîsta misliman Zeynep Dûygûyê re derheqê nîqaşên qanûna hejmara 6284ê de axivîn.
Rumeysa Çamderelî xwe ne weke kevneperest e lê bi tenê weke misilmaneke jin dide naskirin. Çamlidereliyê diyar kir ku Qanûna bi hejmara 6248 ji bo jinan desketiyeke gelekî girîng e:
Çamliderelî: “Nîqaşkirina wê gelekî metirsîdar e”
“Piştî ku me Peymana Stenbolê ji dest da, bi tenê ev qanûn ma di dest me de. Ger ev qanûn jî nebe bi ti awayî ewleyîya me tuneye. Ev qanûn qadeke girîng ji bo jinan ava dike. Ez yek ji wan jina me ku min di gelek bûyeran de piştgirîya vê qanûne wergirtiye.
“Mêrên kevneperest bi hêrs in. Ji ber ku jin her diçin zana dibin û ew jî di qadên desthilatdariyê de hêza xwe winda dikin. Mêr êdî li hemberî xwe jinên ku hewl didin denge xwe bilind bikin dibînîn û ji vê yekê ditirsin.
“Pergaleke ku mêr tê de desthilatdar in, tê wê wateyê ku mêrên hin hevsengiyan di dest xwe digirin ji hêla ekonomîk û siyasî bihêz in. Lê niha hêz dikeve destên din. Dengên jinên din tên bihîstin. Em gefê li ‘desthilata’ wan dixwin, hemû pirsgirêk ev e. Niha mijar (qanûna hejmar) 6284 e lê mijara nefeqeyê jî anîn rojevê. Temenê zewacê jî. Û her gavê xwe di pişt civakê de vedişêrin. Ew îdia dikin ku civak van tiştan dixwazin.”
Akinerdem: “Ji bo hemû jinan azadî”
Civaknas Feyza Akınerdemê bi van gotinan rewş nirxand:
“Ji bo Qanûna bi hejmara 6284ê hûn çi bikin jî jin, êdî li beramberî vê tundkariya asayî bûye wê sebr nekin. Em dibînin ku jin bi keda xwe ji xwe re di qadên polîtîk de cîh digrin. Lê di raya giştî ya mêran de jin dûçarê gef û gûrên meran tên. Û em li Tirkiyeyê ji bo jinên ji derûdorên cida azadîyê dixwazin.”
“Di nava AKPyê de jin xuya nabin”
Feminista misilman û aktîvîst Zeynep Dûygûyê ji bo qanûna bi hejmara 6284an got:
“Dema hûn li vê komê dinêrin ku dixwaze ev qanûn were rakirin, bi piranî mêrên ku nêrîna wan radîkalin dibînin. Îro ji ber encama neçar a atmosfereke ku şîroveya ola baviksalar lê serwer e, piraniya jinan ji kolanê dûr in bergirtî ne.
“Di dema desthilatdariya AKPyê de di rastiyê de bi tene hin azadiyên bi sînor dane jinan. Ti carî di çarçoveya azadiyên bêsinor de gav nehatin avêtin. Ji ber ku azadî bi tenê dikare di sînorên wan daniye de bên penasekirin û sergirêdan jî yek ji wan tiştan bû.
“Divê em vê yekê jî bibînin ku jin di hemû qadên AKPyê de xebitîn û ev hikumet derxistin jorê lê di sîyaseta çalak de cîh negirtin û nehatine dîtin.” (SS/EMK/HS/FD)