Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Yekîtiya Nivîskaran a Navnetewî (PEN) rapora xwe ya sala 2022yan bi navê “Necezakirin Serwer e – Nivîskar li ber xwe didin) hatiye weşandin. Li gorî raporê, par li seranserê cîhanê zext û tundkarî li 115 nivîskaran bûye, 10 nivîskar hatine kuştin. PENê diyar kiriye ku di salê de bi kêmanî 68 rojnameger jî hatine kuştin.
Bal kişandiye li ser rojnamegerên kurd ên girtî
PENê di raporê de destnîşan kiriye ku hema hema li tevahiya cîhanê, nivîskar bi sedema xeterê li ser ewlehiya netewî dikin hatine desteserkirin, îşkence li wan bûye û ji azadiyê bêpar bûne.
Di beşa Ewropa-Asyaya Navîn a raporê de PENê behsa Tirkiyeyê kiriye û bal kişandiye li ser zextên rojnamegerên kurd. PENê diyar kiriye ku di operasyonên dawî yên li bakur rojhilatê welêt, ya niştecihen wê bipiranî kurd in, 24 rojnameger û medyakar hatine girtin.
PENê di rapora xwe de behsa Hevserokê Giştî yê bere yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û karsaz Osman Kavalayî kiriye ku herdujî bi salan e girtî ne. PENê diyar kiriye ku li gel biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) herdu jî serbest nebûne.
Li gorî rapora PENê, di sala 2022yan de 31 jê li welatên parzemîna Amerîkayê, li seranserê cîhanê 68 rojnameger hatine kuştin. Raporê diyar kiriye ku ji bilî herêmên şer lê heye, welatê ji bo rojnamegeran herî xeter e Meksîka ye. Her weha Ûkrayna, Sûriye, Yemen û Etiyopya ji bo rojnamegeran cihên herî xetere ne. (NT/FD)