Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Abdûllah Oran, girtiyê siyasî ku li Girtîgeha Sîncanê ya Enqereyê tê girtin ji ber ku dilê wî sekiniye miriye.
Oran 63 salî ye û 2 sal in di girtîgehê de ye. Di 19ê Adarê de dilê wî sekiniye û miriye.
Li gorî nûçeya MAyê cinazeyê Oran heman rojê birine Saziya Tipa Edlî (ATK). Hatiye diyarkirin ku sedema mirina Oran ji ber krîza dil bûye.
Piştî mirina Oran xizmên wî yên li Mêrdînê hatine Enqereyê. Endamên malbatê dê cenazeyê Oran bibin navçeya Qosera Mêrdînê û li wir defin bikin.
Hezar û 605 girtiyên nexweş hene
Li gorî rapora Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) li girtîgehên Tirkiyeyê 604 jê giran, hezar û 605 girtiyên nexweş hene. Li gorî heman raporê ji destpêka sala 2020an û vir ve herî hindik 59 girtiyên nexweş mirine ku 7 ji wan piştî cezayê wan hate taloqkirin bi demeke kurt can dane.
(ME/AY)