*Elbîstan, Fotograf: Ferid Demirel / bianet
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Piştî erdhejên 6ê Sibatê, 10 malbatên sûriyeyî yên bûbûn mexdûrên erdhejê li Elbîstanê, navçeya Mereşê li konên ku Serokatiya Rêvebiriya Karesatan û Rewşa Lezgîn (AFAD) diman.
Şaxê Stenbolê yê Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) jî ew zanyariya ku dibêje AFADê ji penaberan xwestiye ji konên wan derkevin, piştras kiriye.
OHDya Stenbolê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyaniyek weşandiye û gotiye:
“Ji 10 malbatên sûriyeyî yên li Elbîstanê di konên Afadê de bûn hatiye xwestin ji konan derkevin, du malbatan gotiye ku hevjînên wan tirk in û paşê neçar hiştine ku heşt malbatên din ji konan derkevin.
“Bila polîtîkayên cudakar bidawî bibin”
“Ti îtîrazên endamên me û saziyên din ên li herêmê nehatine pejirandin û malbat neçar mane ku ji konan derkevin.
“Em bi ti şêweyî polîtîkayên cudakar ên dewletê yên li dijî penaberan qebûl nakin ku di vê karesatê de paşwendî ne. Em bang li rayedaran dikin ku demildest van polîtîkayên cudakar bidawî bikin.” (TY/FD)