Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) di serlêdana lîstikvan Berrak Tuzunataçê de li dijî Tirkiyeyê biryar daye. Tuzunataçê bi sedema ku mafê wê yê rêzgirtina li jiyanê hatiye binpêkirin, serî li DMMEyê dabû.
DMMEyê duh biryar aşkere kiriye û diyar kiriy eku xala 8an a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê hatiye binpêkirin.
Di sala 2010an de Berrak Tuzunataç dema li berniga mala xwe bi lîstikvan Şahan Gokbakar re bû, bê destûr fotografên wan hatibûn girtin. Ev fotoğraf di kanalên televizyonan de hatibûn weşandin. Tuzunataçê doz vekiribû lê li Tirkiyeyê bêencam mabû. Wê jî di sala 20218an de serî li DMMEyê dabû.
Tuzunataçê di daxwaznameya xwe de diyar kiribû ku xala 8an a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê hatiye binpêkirin. Ev xal derbarê mafê rêzgirtina li jiyana taybet û ya malbatan de ye.
Dadgeha Destûrî gotibû maf nehatiye binpêkirin
Berrak Tuzunataçê di sala 2010n de serî li Dadgeha 13an a Asliyeyê dabû û xwestibû kesên fotografên wê weşandine, tazmînatê bidine wê.
Dadgehê di 2013an de biryar dabû û gotibû ku “ji ber di cîhana hunerê de keseke navdar e, bala çapemeniya magazînê kişandiye û nûçe rewşeke rast weşandiye” daxwaza Tuzunataçê nepejirandibû.
Daîreya Hiqûqê ya 4an a Dadgeha Bilind di 15ê Nîsana 2014an de ev biryar pejirandibû. Parêzerên Tuzunataçê ji bo sererastkirina biryarê serî li Daîreyê dabû lê Daîreyê di 22yê Çiriya Pêşiyê ya 2014an de ev daxwaz jî nepejirandibû.
Tuzunataçê di 22yê Kanûna Pêşiyê ya 2014an de serî li Dadgeha Destûra Bingehîn dabû.
Dadgeha Destûra Bingehîn di sala 2017an de biryar dabû ku mafê rêzgirtina li jiyana taybet nehatiye binpêkirin. Tuzunataçê serî li DMMEyê dabû. (NK/TY/FD)