Ji bı nûçeya tirkî bitikîne
Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşarî ya li ber avahiya Edliyeya Stenbolê, di roja 714an de dewam dike.
Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê, pasevan û xizmên parlamenterê Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) Îbharîm Halîl Yildizî di 14ê Hezîrana 2018ê de êrîşî malbata Şenyaşarî kiribûn. Di encamê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşarî hatibûn kuştin.
Ferît Şenyaşar di çalakiya îro de li pêşiya edliyeyê wiha got: “Dozeke me yê heq heye. Polîs jî, dozger jî rayedarên Wezareta Dadê jî dizanin ku di vê dozê de em mafdar in. Lê dema em dibêjin ‘bi hiqûqê bikin’, wê demê gav naavêjin. Dozger bêçare hatine hiştin û hiqûqê bicih nayînin.”
“Dem bi dem ji Enqereyê hinek rayedar tên edliyeyê. Ev rayedar û serdozger ji bo ku têkoşîna heq a dayikê nebînin, ji deriyê piştê ve dikevin edliyeyê û derdikevin. Ev yek zilm e, neheqî ye. Em dixwazin ku tavilê vê neheqiyê ji holê rakin. Heta ku ev neheqî bi dawî dibe jî em ê têkoşîna xwe bidomînin.”
Bixwîne-Emîne Şenyaşar û Ferît Şenyaşar hatine desteserkirin
Bixwîne-Emîne Şenyaşar hatiye desteserkirin
Bixwîne- Malbata Şenyaşar carekî din banga “bêdeng nemînin” kiriye
Bixwîne- Malbata Şenyaşar: Bila zilm bi dawî bibe
Çi bûbû?
Di 14ê Hezîrana 2018an de di dema xebatên hilbijartinê yê Îbrahîm Halîl Yildiz, parlamenterê Rihayê yê AKPê de êrişa çekdarî pêkhatibû.
Di encama êrişê de Mehmet Şah Yildiz, birayê Îbrahîm Halîl Yildiz, Haci Esvet Şenyaşar û kurên wî Adil û Celal Şenyaşar miribûn.
Fadil Şenyaşarê ku di pevçûnê de bavê wî û herdu birayên wî candabûn û bi xwe jî brîndar bibû, li Nexweşxaneya Lêkolînê û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîl a Amedê hatibû desteserkirin û piştre dadgehê biryara girtina wî dabû. (EMK/AY)