Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TIHV) rapora xwe ya binpêkirinên mafan ên piştî erdheên 6ê Sibatê, aşkere kiriye.
Di 6ê Sibatê de bi pileya 7,7 û 7,6ê du caran erd li Mereşê hejiyabû û bandor li 10 bajaran kiribû.
Navenda Dokumantasyonê ya TIHVê ji bo raporê, zanyarî ji nûçeyên çapemeniyê yên nivîskî û dîtbarî, ji rêxistinên pîşeyî û pisporan û rêxistinên mafparêz ên din berhev kirine.
TIHVê di rapora xwe de bal kişandiye li ser Rewşa Awarte ya li herêma erdhejê tê sepandin:
“Desthilatdariya siyasî bi ragihandina Rewşa Awarte re xwestiye krîza giran a rê li ber jinavçûna dewleta sosyal vekiriye, veşêre. Civakî bi piştevaniya xwe hewl da ku vê krîzê derbas bike lê bi ragihandina Rewşa Awerte re mîna derbeyekê li dijî vê hewldanê pêk hat.”
Mafên ku hatine binpêkirin
Di raporê de binpêkirinên mafan ên di navbera 6 û 27ê Sibata 2023yan de pêk hatine cih girtine:
- Di mudaxaleya hêzên ewlekariyê de li herêmên erdhejê 3 girtî hatine kuştin û 9 jî birîndar bûne.
- Di encama îşkence û kiryarên xerab ên di demên desteserkirinan de kesek miriye.
- Herî kêm hewl dane 2 bên lînçkirin.
- Di 9 bûyerên cuda de 17 kes hatine îşkencekirin û kiryarên xirab li wan bûne. Kesek miriye û herî kêm 10 kes jî birîndar bûne.
- Ji hezar û 902 zarokên malbatên wan nediyar, nasnameya hezar 820an hatine diyarkirin û ya 82yan jî hîna nediyar in.
- Li herêmên erdhejê midaxele li 22 rojnameger, 11 endamên hêzên ewlekariyê û 11 sivîlan bûye û di encamê de rojnamegerek birîndar bûye, 4 jî hatine desteserkirin. Her wiha destûr nedane rojnamegerekî biyanî bikeve welêt.
- Bi hinceta parvekirinên medyaya civakî 2 rojnameger bi îdiaya “agahiyên nerast parve kirine” hatine girtin.
- Di encama lêkolînên li ser parvekirinên têkildarî erdhejê yên li ser medyaya civakî, derheqê 575 kesan de karûbarên yasayî hatine kirin, 141 kes hatine desteserkirin û 27 kes hatine girtin.
- RTUKyê ji ber bernameya ‘Weşana Taybet a Karesata Mezin’ a Halk TVyê û bernameya ’18 Deqîqe’yê ya Tele 1ê, 5 caran cezayê sekinandinê û cezayê pereyan daye.
- Ji ber bernameya ‘Forum’ê ya Tele 1ê, ji ber bernameya ‘Rûpela Navîn’ a FOX TVyê û ji ber bernameya ‘Meydana Gel’ a Halk TVyê, cezayê pereyan li her sê kanalan birîne.
- Hêzên ewlekariyê mudaxaleyî 10 xwepêşandan û civînên aştiyane kirine û 246 kes bi îşkence û kiryarên xerab desteser kirine.
- Welatî, rêxistinên civaka sivîl, partiyên siyasî û şaredarî yên ji bo mexdûrên erdhejê alîkarî kom dikirin, 20 caran hatine astengkirin. 16 kes hatine desteserkirin, 6 kes bi awayekî keyfî ji azadiya xwe bêpar hatine hiştin, herî kêm yek jê rastî tundiya fîzîkî hatiye û li yekî jî cezayê pereyan hatiye birîn.
- Hêzên ewlekariyê, qaymeqamî yan jî AFADyê herî kêm 7 caran dest danîne li ser alavên alîkariyê.
- Di encama êrişa li dijî xebatên komkirina alîkariyan de herî kêm kesek bi çekê hatiye birîndarkirin.
- Dest danîne li ser 100 TIRên Partiya Pêşerojê û hezar û 500 kon, 8 TIR, 2 kamyonên alîkariyê, 30 konteynir û 120 jeneratorên HDPyê.
(AS/FD)