Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Yekitiya Baroyên Tirkiyeyê(TBB) derbarê rayedarên Heyva Sor a Tirkiyeyê de li Serdozgeriya Komarî ya Enqereyê bi tohmeta ku “xapandine” gilî kiriye.
TBByê li ser hesabê xwe yê Twîtterê diyar kiriye ku wan gilî kiriye û ev daxuyanî daye:
“Erka sereke ya Heyva Sor a Tirkiyeyê; ji bo parastina can û saxlemiya mirovan di dema rûdana karesatek xwezayî de, herî zêde hewldanê ji bo rûbirûbûna birçîbûn, xizanî bide û gihandina konên heyî ji bo devera karesatê di çarçoveya erk û desthilata ku jê re hatiye dayîn de ye.”
“Ji bo erka navborî bi cih bîne û di zûtirîn dem de pirsgirêka xanî ya welatiyan çareser bike,li şûna ku konan bişîne cihê bûyerê li ser kargeha ku ava kiriye firotine. Firotina konan di çarçoveya qanûnên ku ji bo rêvebirên kizilayê jî pesend kirîne berpirsiyariya cezê derdixe holê.”
Ev kiryara gumanbaran, ji bilî berpirsiyariya tawanan, her wiha bi eşkere li dijî qanûnên mirovî, prensîbên bingehîn ên Tevgera Xaça Sor a Navdewletî û Tevgera Heyva Sor û hiqûqa mafên mirovan a navdewletî ye.”
Çi bûbû?
Ji Rojnameya Cumhuriyetê Murat Agirel di nivîsa xwe ya 26ê Sibatê de ragihandibû ku Heyva Sor a Tirkiyeyê di roja sêyemîn a erdhejê de bi qasî 46 mîlyon TLyî kon firotiye AHBAPê.
Serokê Komeleya Ahbapê Haluk Levent jî destnîşan kiribû ku piştî erdhejê wan ji Heyva Sor a Tirkiyeyê kon kirîne.
Piştre Yekitiya Dermansazên Tirkan(TEB) aşkere kiribû ku Heyva Sor a Tirkiyeyê kon firotine wan jî.(AS/AY)