Fotograf: HDP
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo mexdûrên erdhejê dest bi kampanyayeke nû kiriye. Bi vê kampanyayê re malbatên li bajarên din dijîn wê alîkariya malbatên mexdûrên erdhejê bikin.
Alîkarên Hevserokên HDPyê yên ji Navenda Koordînasyona Krîzan berpirs, Ozlem Gunduz û Serhat Erenî li Amedê civîneke çapemeniyê li dar xistiye.
Ozlemê bi tirkî Erenî jî bi kurdî daxuyanî daye.
Li gorî daxuyaniya Erenî divê ev alîkariya malbatan bi kêmanî çar mehan dewam bike. Beşek ji daxuyaniya Erenî wiha ye:
"Em ji kêliya ewil a erdhejê ve bi koordînasyonên xwe yên navendî û herêmî 24 saet bênavber xebitîn û hîna jî xebatên xwe didomînin. Me nêzî hezar TIR alîkarî gihand afetzedeyan. Bi navendên xwe yên piştevaniyê me hewl da bigihîjin hemû afetzedeyan û dest bidin wan. Me hewl da êş û azarên wan kêm bikin, li cem wan bin û birînên wan derman bikin. Ji bo bi sedan malbatan me kon veda, me bi sedan malbat li malan bi cî kir û em vê xebatên xwe berdewam dikin.
"Em ê pirên hevkariyê ava bikin"
Lê belê ev têrê nake ji ber ku karesat pir giran e. Bi milyonan hemwelatî hîna jî di şert û mercên pir xedar de dijîn. Em dizanin em ê vê pêvajoya zehmet bi piştevanî û tevkariyê derbas bikin. Ji ber ku ev êş ya me hemûyan e û birînên xwe jî em ê tev bi hev re bipêçin. Em ji bo demeke dirêj pirên piştevaniyê ava bikin em dikarin vê pêvajoya giran derbas bikin.
Berpirsyariya ku dikeve ser milê me; divê em alîkariyên ku heta niha me kiriye mezintir bikin, li dijî vê pergala bêwijdan û bêrehm em tora piştevaniya civakî xurttir û saxlemtir bikin. Berpirsyariya ku dikeve ser milê me; divê wek malbat û hemwelatî em bên ba hev, bi afetzedeyan re bibin heval û hogir, bibin xwişk û bira û em derfetên xwe ji wan re vekin, ya xwe bi wan re parve bikin. Bi vê hişmendiyê; Em kampanyaya "Em malbatan tînin ba hev" didin destpêkirin li ser bingeha hevaltî û piştevaniyê. Û em tev bi hev re dibêjin 'Dest bi dest mil bi mil'.
"4 mehan bi mexdûrên erdhejê re derfetên xwe parve bikin"
Em hewl didin ku hemwelatiyên ku dixwazin piştevaniyê bikin bi malbatan re bînin ba hev û di navbera wan de pirekê ava bikin. Ji ber ku em dizanin piştî bandorên şênber ên erdhejê derbas bibin, piştî kavil bên rakirin gelê me dê bi çi zor û zehmetiyan re rû bi rû bimînin. Divê em piştgiriya afetzedeyan bikin ku di vê qeyrana aboriyê de erdhej li wan qewimiye û hezkiriyên xwe, malbatên xwe, nas û dostên xwe, mal û milkê xwe ji dest dane. Lewma me biryar da ku kampanyayeke demdirêj bidin destpêkirin. Em dixwazin xêrxwazan bi afetzedeyan re bînin ba hev û destê piştgiriyê dirêj bikin. Ji bo ku malbatek bikare herî kêm 4 mehan debara xwe bike, em dixwazin di navbera xêrxwazan û afetdezeyan de pireke piştevaniyê ava bikin. Em ligel wan kesan in ku karê xwe, malbata xwe, mala xwe ji dest dane.
Armanca kampanyaya me hew ji bo alîkariya madî nîne, herwiha em dixwazin di navbera hemwelatî û malbatan de pêwendiyên zexm û mayînde jî ava binin. Em dixwazin bibin wesîle ku hemwelatî, zarok, ciwan bikarin ji hevdu re nameyan bişînin, xem û keserên xwe, hêvî û baweriyên xwe bi hevdu re parve bikin. Em dixwazin bibin wesîle ku di navbera xwe de hevaltiyeke mayînde ava bikin. Hemwelatiyên ku ji vê bobelatê derbas bûne û malbatên ku dixwazin piştgiriyê bikin mil bi mil in û em ê bi hev re jiyanê ji nû ve ava bikin. Em ê birînên xwe tev bi hev re derman bikin û jiyanê bi hev re ava bikin." (EMK/FD)