Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Tîmên girêdayî Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî (DXB) li taxa Kayalikê ya Semsûrê dest bi vedana 500 konî kiriye.
Tîmên alîkarî û lêgerîn û rizgarkirinê yên ji Herêma Kurdistanê ya Iraqa Federal piştî erdhejên bi pileya 7,7 û 7,6ê li Mereşê pêk hatibûn, hatibûn hawariya mexdûrên erdhejê.
Li gorî nûçeya Ajansa Anadolûyê, tîmên DXByê bi kordîneya AFADê plan dikin ku li 5 herêmên cuda ên bajêr, bi qebareya 25 hezar kesî, 2 hezar û 500 konan vedin û herwiha wê xwaringeh, revîr, tuwalêt, serşok û qadên civakî jî çêbikin.
Berpirsê DXByê Evdilwehîd Emîn Selîmî ji nûçegîhanê AAYê re gotiye, "Ew hemî tiştên ku me kir û em dikin, ji ber hestên mirovî ne. Tîmên me yên alîkariyê û yên tendirustiyê li Mereş, Dîlok, Amed, Semsûr û Îskenderûnê amade bûn. Him bi hawara mirovan gihiştin û him jî bi mebesta vedana konan dest bi xizmetê kirin."
Selîmî destnîşan kiriye ku wan weke sereta li cihên Waliyê Adiyamanê û rayedarên AFADê ji wan re terxan kiriye 500 kon vedane: "Piştî ku me vedan û montaja konan temam kir, me nava wan bi pêdawistiyên metbexê, xalîçe, betanî û kelûpelên din raxist û em ê sobeyan jî li nava wan deynîn û ji bo jiyana malbatan amade bikin. Piştî ku malbat di wan de bi cih jî bûn û em ê pêdawistiyên wan ên xurekê dabîn bikin."
Selîmî aniye ziman ku ew ê projeya danîna konan bi kordîneya AFADê bidomînin. (TY/FD)