*Fotograf: Alae Fatravi / AA - Idlib / Suriye
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî duh (15ê Sibatê) derbarê rewşa li Sûriyeyê de ya ji ber erdhejên 6ê Sibatê derketiye holê, daxuyaniyek weşandiye.
Li gorî nûçeya Reutersê, WHOyê gotiye, "Ji dema erd hejiya heta niha gelek kêm alîkarî bidest ketiye û ew ji aramiya mirovên li bakur rojavayê Sûriyeyê metirsîdar in ku ew der di bin kontrola çeteyan de ye."
Dîrektorê Rewşa Lezgîn ê WHOyê Mike Ryanî li Cenêvê civîneke çapemeniyê li dar xistiye û gotiye: "Niha mezintirîn çavkaniya metirsiyê herêma bakur rojavayê Sûriyeyê. Ev gelekî zelal e."
Ryanî wiha dewam kiriye:
"Li Sûriyeyê, bandora erdhejê ya li herêmên di bin kontrola hikûmetê de girîng e lê li wir xizmet hene û mirov dikarin wan bidest bixin. Divê em bibîr bixin ku li Sûriyeyê deh sal e şerek dewam dike. Sîstema tenduristiyê gelekî hesas e. Mirov weke ku di dojehê de bûn." (RT/FD)