Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
“Navê min Yeter e. Ez ji Elbîstanê me. Ji gundê Sevdîliyê. Em 30 sal in li vir dijîn. Li şevnişînekê em dijîn. Ew jî de erdhejê de rûxiya. Em dixwazin biçin cihekî din. Lê em nizanin em biçin wê çi bibe?”
Yeter yek ji wan kesan e ku piştî erdhejê dixwaze ji Elbîstanê bar bike. Lê li bajarên din nas û dostên wê nînin. Ji ber wê jî dudilî ye. Dema li Cemxaneya Elbîstanê bi rayedarên Cemxaneyê re diaxivî, gelekî kelecanî bû. Nedizanî wê çi bikira. Dest û lingên wê ketibûn tev. Mêrek li ba wê bû. Ji rayedarên Cemxaneyê dipirsî û digot, “Ez nizanim em ê piştî demekê bikaribin li cihê çûnê, debara xwe bikin, jiyaneke nû ava bikin. Ez nizanim em herin wê baş be yan bimînin.”
*Erdhejzede li ber Cemxaneya Elbîstanê li benda otobusan e
Bi deh hezaran mirovan bar kiriye
Piştî erdhejê ji Goksûn, Elbîstan û navenda Mereşê bi xwe bi 10 hezaran mirovan koç kiriye. Li navenda Mereşê niştecihên wî bajarî digotin, zêdetirî milyonekê mirov li vî bajarî dijiyan lê niha bi tenê 300 hezar mirov li vir mane. Yên mirin mirin ên din jî bar kirin.
Li Elbîstanê jî ji roja ku me xwe gîhand wir û heta roja em ji wir derketin, li ber deriyê Cemxaneyê otobus kêm nebûn. Rayedarên Cemxaneyê ekîbek ji bo vî karî veqetandine. Di nava rojê de bi dehan kesî hat ji me pirsî û got, “Ji bo çûna bajarên din li vir otobus hene. Kî ye ya/ê ku navan qeyd dike?”
Antalya, Mersin, Stenbol, Îzmîr û çendîn bajarên din. Her weha beşek ji elbîstaniyan jî berê xwe didin welatên Ewropayê. Ji ber ku beşeke mezin elbîstanî li van welatan dijîn. Erdhejzede jî dixwazin biçin cem xizm, nas û dostên xwe.
Beşek jî li jîngehên xwendekaran û otelan tên bicihkirin.
Li gorî daneyên Federasyona Xwediyê Otelan a Tirkiyeyê (TUROFED) ji 10 bajarên erdhej lê çêbûye, heta duh (13 Sibatê) sed hezar mirov li 21 bajaran li otelan bicih bûne.
"Gelekî sar e"
Yetera ku demeke dirêj bê biryar ma û nizanîbû wê çi bike, tevî birayê xwe li salonê, li ser kursiyan rûniştin. Yeterê li tenişta sobeya êzingan ji xwe re cihek çêkir. Birayê wê piçekî dûrî wê rûnişt.
*Yeter û birayê xwe
Ew li cem esnafekî dixebitî. Lê ew der hatiye girtin. Tevî bira, bav û dêya xwe dimîne. Dema erdheja destpêkê çêbûye, derz li xaniyên wan ketiye. Ji mal derketine û di dema ya duyem de jî ew xanî rûxiyaye.
Piştî erdhejê li cem xizmekî xwe mane. Lê piştî wê neçar mane ji wir derkevin. Piştî wê cîranê wan ji wan re holikek çêkiriye. Li wir dimînin:
“Hewa weke bûzê ye. Li wir hewa di bin sifrê re ye. Ez avê datînim ber serê xwe, dibe weke bûzê. Ez li mal sobeyê jî vêdixim. Em êzingan dixinê lê qet fêde nake.”
Ew çûne serî li AFADê dane da ku bikevin konan. Lê ji wan re gotine, cih nemaye û bi şûn de vegerandine.
Yeter û birayê xwe dudilî ne. Ji ber erdhejê û karesatê, dixwazin biçin. Lê ji ber ku siberoja wan ne diyar e, dixwazin bimînin. Ew dibêjin ku piştî em biçin bi du sê mehan, dewlet dest ji alîkariyê û piştgiriyê berde, wê çi bikin, li ku bimînin.
Yeterê got ku ger ew biçe wê careke din venegere. Ji ber ku ti tiştekî wê bi Elbîstanê ve girê bide nemaye. (FD)