Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û parêzerên partiyê derbarê lînç, êrîş û îşkenceyên li herêma erdhejê de gilî kiriye.
Di daxwaznameya derbarê Wezîrê Navxweyî, Walî, Alîkarên Walî, midurên emniyetan, peywîrdarên dewletê yên îşkence û lînc kirine de, bi tohmetên ku “sûcê îşkenceyê” , “sûcê eziyetê” , “peywîra xwe baş bikarneaniye” , “bizanebûn birîndarkirine” , “heqaret” , “kes ji azadiya wî bêpar hiştine” gilî kiriye.
Her weha di daxwaznameyê de weha hatiye gotin:
“Di dîmenên ku li ser hesabên medyaya civakî belavbûne de tê dîtin ku kesên tên texmînkirin hêzên ewlehiyê ne û hin sivîl bi îdiaya ku ‘dizî û talankerî hwd.’ sûc kirine îşkence li wan kesan kirine”
“Em dibînin ku pesnê van sûcan tê dayîn, tên pîrozkirin. Em dixwazin ku peywîrdarên cemaweriyê û kes cuda cuda bên tespîtkirin û derbarê wan bilez lêpirsîn were vekirin, lêpirsîneke bibandor bê meşandin û derbarê wan de doza cemaweriyê bê vekirin.”(AS/AY)