Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li Elbîstanê, navçeya Mereşê polîsan li du penaberên sûriyeyî dane ku penaberan xwestiye li cihê xwarin tê belavkirin xwarinê bixwin.
Li gorî îdiayê duh (12ê Sibat) du penaberên temenê wan di navbera 17 û 18an de û erdhejzede ne, li navenda Elbîstanê çûne ji bo xwarinê ji cihê alîkariyê werbigirin. Lê 5 polîsan bi tohmeta ku diz in êrîşî wan kirine û derb li wan dane.
Li gorî zanyariyan malbatên zarokan ji şerê Sûriyeyê xwe spartine Tirkiyeyê û ev 10 sal in li Elbîstanê dijîn. Zarokek jê sêwî ye û li ba malbatên din ên sûriyeyî dimîne. Piştî erdhej çêbûye, penaber li nêzîkî mala xwe konek vedane û li wir dimînin.
Dema hinek welatî dibinin ku polîsan li zarokan dane, zarok birine Nexweşxaneya Dewletê ya Elbîstanê. Polîsên nexweşxaneyê dema pê dihisin ku derb li zarokan bûye, lêpirsînê dikin. Zarok dibêjin “polîsan li wan daye.” Li gorî heman îdiayê polîsên nexweşxaneyê ji zarokan re dibêjin “Ger hûn bibêjin polîsan li me daye, em ê we bernedin” û gef li wan xwariye. Zarok jî tirsiyane û bêyî ku raporê bistînin, ji nexweşxaneyê diçin. Zarokek jê ji ber derbên giran nikare ji nava nivînan rabe. Li ser rû û laşê yê din jî birîn çêbûne.
Piştî vê rewşê, malbatên zarokan bi tirs derdikevin derve û xêrxwaz alîkariyê ji wan re dibin konên wan. (FD)
*Ji ber ku penaberan nexwest, me nasnameya wan aşkere nekir