Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Hevkariya Parêzeran ya Erdhejê derbarê bûyerên tundkariya li herêmên erdhejê de daxuyaniyek daye.
Di daxuyaniya nivîskî ya bi sernavê "Işkence û lîncê rawestînin" de hatiye gotin ku "Bi dehan dîmenên îşkence, muameleya xerab û lîncê ku wê bi qasî erdhejê bandoreke wêranker bihêle, li ser medyaya civakî û malperên nûçeyan hatin parvekirin."
Hevkariya Parêzeran ya Erdhejê bi bîr xistiye ku îşkence di qanûnên neteweyî û navneteweyî de qedexe ye û destnîşan kiriye ku ev li dijî mirovahiyê suc e.
"Destpêkirina lêpirsînek bi bandor û bilez li dijî faîlên sûcê îşkenceyê an jî kesên di bin gumana tawanê de ne, pêwîstiyek qanûna navxweyî û peymanên navnetewî ye ku em jî alîgirê wan peymananin."
“Ger îdiaya sucekî hebe, divê pêvajo bi esasgirtina prensîbên herî bingehîn ên qanûnê were şopandin, ji ber vê yekê li hember bûyerên talankirinê yên li herêma erdhejê, lêkolînek bi bandor û layiqî dewleta qanûnê were kirin.”
“Çalakiyên neqanûnî û nemirovî yên kesên li dijî gumanbarên ku tê îddiakirin talanker in an jî diz in divê demildest bên rawestandin.”
“Li hember sûcê îşkence û muameleya xerab divê kesên sivîl û wezîfedarên dewletê yên di dîmenên navborî de cih digirin were tespîtkirin û derbarê wan de divê demildest lêpirsîn were destpêkirin helwesteke bi bandor were nişandan.” (AS/AY)