Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Rojnameger Mîr Alî Koçer li Mereşê li pêş xerabeyê apartmanekî bi mexdûrên erdhejê re axivî. Xerabeyê avahiyê bê destkarî li cihê xwe ye, tenê makîneyek karî li wir heye. Mexdûrê erdhejê, "Yên ku hûn bi kincên leşkerî dibînin jî mexdûrên erdhejê ne. AFAD carekê hat, got melzeme nîne û çû."
Dema mexdûrê erdhejê gazindan ji nebûna rayedarên dewletê kir û got, "Pêwîste ji serî ve were vekirin, nexwe wê giranî hilweşe, lê her kes dixwaze cinazeyê nasê xwe bigire, ji ber vê yekê di navê de dikole." Rastî midaxeleya devkî ya polîsan hat.
- Mexdûrê erdhejê yê Mereşê: Welatiyên sivîl 4 roj in xebatên lêgerîn û rizgarkirinê dimeşînin.
- Polîs: Kamerayê bigirin!
- Mexdûrê erdhejê: Çima em kamerayê bigirin? Hûn polîs in? Dewlet çend roj in li ku ye?
- Polîs: Dewlet li vir e!