Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz û parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezaî Temellî, Fatma Kurtulan, Mehmet Ruştu Tiryakî, Dîlan Dîrayet Taşdemîr, Zeynel Ozen, Mahmut Togrul û Murat Sarisaç wek şandeyekê çûne navenda erdheja navçeya Bazarcixa Mereşê.
Şandeyê li navçeyê lêkolîn pêk anîne û herweha serdana mexdûrên erdhejê ku di bin konan de ne kiriye û li gilî û gazinên welatiyan guhdar kirine. Şandeyê piştî lêkolîn û serdanan li qada ku bûye kavil daxuyanî daye.
“Dewlet li vir nîne”
Hevseroka DBPê Salîha Aydenîz destnîşan kiriye ku li navçeyê avahiyek ku xesar nedîbe û hilneweşiya be tune ye û wiha gotiye:
“Vaye em li vir dibînin, hema bêje li Bazarcixê hemû avahî hilweşiyan e û di wan de xesar çêbûye. Hê jî însan di bin kavilan de ne. Li hin deverên navçeyê hê jî xebatek nehatiye destpêkirin. Xelk dibêje, ‘dewlet li ku ye?’ Di nava van 36 saetan de xebatek hewcedarî nehatiye kirin. Di kêliyên ewil de heke mudaxileyek bihata kirin dibe ku gelek mirov bi saxî bihatana derxistin. Lê ev nehatiye kirin. Di vê kavila li pişt me de jî mirov hene. Ez dixwazim viya pir eşkere bêjim, dewlet di erdhejê de di bin kavilan de maye.”
Aydenîz bertek nîşanî daxuyaniyên rayedarên AKPê ku dibêjin, “em li her derê ne” daye û wiha gotiye:
“Herî zêde pesnê xwe bi rê û rezîdansan didin. Lê binêrin li her deverê ewilî yên ku hilweşiyan ev bûn. Însan bi hewldan û piştefaniyên xwe heta niha mirovên di bin kavilan de rizgar kirine. Ev dewlet û îktidar tiştekî li vir nake.”
Aydenîz diyar kiriye ku ew ê piştevanî û lêkolînên xwe bidomînin û ew ê li herêmên erdhejê bi gel re bin. (EMK/AY)