Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Alîkarê Serokomarê Tirkiyeyê Fûat Oktayî gotiye "Piştî erdhejê em li AFADê kom bûn û ji bo midaxeleyên hewce me kes wezîfedar kirin."
Oktay vê sibê li Navenda Koordînasyonê ya AFADê daxuyaniyek daye û derbarê erdhejê de zanyarî dane:
"Em bi gelek şert û mercên giran ên hewayê re têdikoşin. Ekîbên me li qadê ne. Di destpêkê de ez dixwazim derbarê kesên wefat kirine, birîndar û enkazê de zanyariyan bidim.
Li Mereşê 70 welatiyên me mirine. Mixabin em texmîn dikin ku wê ev hejmar zêdetir bibin. Li Mereşê 300 evahî rûxiyane, 200 birîndar hene. Heta ku hejmar zelal hebin em naxwazin parve bikin.
Li Hatayê 4 kesan wefat kiriye, 7 kes birîndar in. 200 avahî rûxiyane,
Li Osmaniyeyê 20 kes mirine, 200 birîndar, 83 avahî rûxiyane,
Li Adiyamanê 13 kes mirine, 22 birîndar in,
Li Amedê 14 kes mirine, 18 birîndarên me hene,
Li Dîlokê 80 kes mirine, 580 avahî rûxiyane,
Li Kilisê 80 kes mirine,
Li Edeneyê 10 kes mirine, 118 birîndar,
Li Meletiyê 47 kes mirine, 550 kes birîndar in.
Li ser hev 284 kes wefat kiriye, 2 hezar û 323 birîndarên me hene. Hezar û 710 avahî rûxiyane. (AS/FD)