Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li gundê Merhîya serbi navçeya Elkê ya Şirnexê ve di 8ê Kanûna Paşiya 2020an de Hurmuz Dîrîl (71) û Şimonî Dîrîl (65) ên hevjînên hev hatibûn windakirin. 70 roj piştî windabûna wan cenazeyê Şimonî Dîrîlî hatibû dîtin. Têkildarî bûyerê yek jê girtî derbarê sê kesan de doz hatibû vekirin. Danişîna 5emîn a dozê li 1emîn Dadgeha Cezayê Giran a Şirnexê hatiye lidarxistin.
Apro Dîrîl, bersûcê girtî, zarokên Şîmonî û Hurmuzê û parêzer li danişînê amade bûne.
Emîn Aslanê girtî wek şahid hatiye guhdarîkirin. Aslan daye zanîn ku Dîrîl jê re gotiye, “Me Şimonî û Hurmuz kuşt. Piştre jî me Şimonî avêt avê û Hurmuz jî xist binê erdê.”
Apro Dîrîl jî axivîye û îdia kiriye ku tişta şahid dibêje derew e û ji ber ku wî û Aslan nîqaş kiriye îftirayan lê dike.
Dozger xwestiye ji ber ku guman heye bersûc bireve bila biryara dewama girtina wî bê dayîn û bi wî awayî were darizandin.
Ji parêzerên dosyeyê Rojhat Dîlsîz diyar kiriye ku ji destpêkê heta niha lêpirsînê bi rêk û pêk nayê birêvebirin û tiştên ku şahid dibêje li gorî tiştên di dosyeyê de ne û xwestiye bersûc girtî bê darizandin.
Piştî parastinan heyeta dadgehê, bersûcê girtî Apro Dîrîl bi şertê “zîndanîkirina li malê” biryara berdana wî daye û danişînê taloqî 23ê Gulanê kiriye.
Piştî danişînê malbata Dîrîlî bertek nîşanî biryarê daye û di navbera malbatan de rageşî qewimîye.
Çi bûbû?
Hurmuz Dîrîlê 72 salî û Şimonî Dîrîla 65 salî li gundê Mehrê yê suryaniyan ê Bêşebaba Şirnexê dijiyan û sala 2019an di 10ê Kanûnê de winda bûbûn.
Piştî windabûna wan bi 70 rojan ango di 20ê Adara 2020an de zarokên wan 800 metro dûrî gundî laşê Şimonî Dîrîlê dîtibûn. Lê aqûbeta Hurmuz Dîrîlî hê jî nayê zanîn. (RT/AY)