Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Barbaros Şansalê ku bi rêya hewayî ji Bakurê Qibrisê hatiye Tirkiyeyê, li Balafirgeha Stenbolê hatiye desteserkirin.
Sansal danê nîvro bi Hêlên Esmanî yên Tirkiyeyê (THY) ji Balafirgeha Ercanê hatiye Balafirgeha Stenbolê. Şansal dema hatiye cihê kontrolkirina pasaportê li wir derketiye holê ku derbarê wî de biryara lêgerînê heye.
20emîn Dadgeha Cezayê Asliyeyê ya Stenbolê bi tohmeta ku "bi eşkereyî hêzên leşkerî û ewlehiyê yên dewletê piçûk xistiye" derbarê Barbaros Şansal de biryara zeftkirinê daye. Piştî biryarê Şansal hatiye desteserkirin.
Şansal piştî lêpirsîna wî ya li balafirgehê wê bişînin edliyeyê.
Di saetên nîvroyê de bernameger û pêşkêşvanê televîzyonê Metîn Uca jî li Balafirgeha Stenbolê hatibû desteserkirin.(HA/AY)