Fotograf: HDP
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Nobeta Edaletê ya Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li dijî tecrîda li Girtîgeha Îmraliyê pêk tê, di roja 30î de dewam kiriye.
Îro Parlamenterên HDPyê Kemal Pekoz, Mûazzez Orhan, Şevîn Coşkûn, Omer Ocalan, Abdûllah Koç, Kemal Bulbul, Erol Katircioglû, Serpîl Kemalbay, Feleknas Ûca, Saît Dede, Mûrat Çepnî, Ayşe Surucu, Nûran Îmîr û Gulistan Kiliç Koçyîgît beşdarî çalakiyê bûne.
Rêberê PKKyê Abdûllah Ocalan ji Sibata 1999ê û vir ve, Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş ji Adara 2015ê û vir ve li Girtîgeha Ewlehiya Xurt a Îmraliyê tên girtin. 22 meh in ku ti agahî ji wan nîne.
Parlamenterê HDPyê yê Colemêrgê Saît Dede di dema çalakiyê de axiviye û gotiye:
Li gorî kîjan qanûnê ye?
"Serê her peyvê dibêjin Tirkiye dewleteke hiqûqê ye, serê her peyvê dibêjin Tirkiye bi qanûnan tê birêvebirin lê desthilatdar û Wezareta Dadê ya bi bicihanîna qanûnan erkdar e, mixabin van qanûnan pêk naynin. Ger qanûn pêk neynê, wê maf û hiqûqa welatiyan çawa bê parastin?
"Ger ne wisa be, ew tecrîda li cîhanê mînakeke weke wê nîne, çima tê bicihanîn? Li gorî kîjan qanûnê ev tecrîd tê bicihanîn?
"Bila hemû kes kêliyekê bifikire. 22 meh in ku ji kesên di bin çavdêriya dewletê de ne, agahî nîne. Malbat nikarin bi xizmên xwe, parêzer nikarin bi miwekilên xwe re hevdîtinê bikin, nikarin xwe bigihînin wan, nizanin rewşa wan çawa ye. Mirov nikare di vê sedsalê de vî tiştî qebûl bike. Em li vir bang li civakê dikin. Ev tecrîd û bêhiqûqî ye hemû bingeha pirsgirêkhen li Tirkiyeyê hene. Aşkereye ku tekane rêya van çareseriyan jî diyalog e. Bêyî diyalog û gotûbêjan, wê ti carî aştî neyê vî welatî.
"Tecrîd ne tenê li Îmraliyê li ser Birêz Ocalanî ye, li hemû welatî belav bûye. Sînorên Tirkiyeyê jî borandiye. Ji ber wê ye, heta ev tecrîd rabe, em ê têkoşîna xwe dewam bikin." (TY/FD)