Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Di êrîşa ku duh (30ê Kanûnê) li eyaleta Hayber Pahtunhvaya Pakistanê di dema nimêja nîvroyê da hatibû kirin de hejmara miriyan derketiye 93yan.
Xebatên lêgerîn û rizgarkirinê yên ku piştî êrîşa li herêma Police Linesa bajarê Peşavera eyaleta Hayber Pahtunhvaya pêk hatibû didomin.
Rayedaran diyar kirine ku dermankirina 221 kesên ku di êrîşê birîndar bûbûn didomin. Rayedaran êriş weke ku "êrîşa xwekujîyê" nirxandine.
Rayedaran destnîşan kirine ku êrîş duh li gorî saeta herêmî di saet 13.00an de hatiye kirin û êrîşkarê ku di rêza ewil a mizgeftê de bû bombe teqandiye.
Hikûmeta Hayber Pahtunhvayê li seranserê eyaletê rojek şîn ragihandiye. Qaymeqamê eyalete Gulam Elî daye zanîn ku êrîşkar çawa bi bombeyê ketiye mizgeftê dê di encama lêkolînan de zelal bibe.
Li gor nûçeya Ajansa Anadolûyê (AA) Berdevkê Nexweşxaneyeke Peşawerê Muhammed Asim ragihandiye ku piraniya kesên îro jiyana xwe ji dest dane polês in ku di êrîşê da bi giranî birîndar bûne.(SD/AY)