Fotograf: AA (Arşîv)
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Îro 27ê Kanûna Paşiyê ya 2023yê ye.
Civata Giştî ya Neteweyên Yekgirtî (NY) di 1ê Kanûna Paşiyê ya 2005an de biryarek dabû û 27ê Kanûna Paşiyê weke "Roja Bîranîna Holokostê ya Navnetewî" ragihanibû.
Îsal jî Almanya di serî de ji gelek welatan siyasetmedar û saziyên navnetewî 100 milyon kesên rejîma Naziyan ew kuştine, bibîr tînin.
Li Almanyayê rejîma Haziyan a Adolf Hîtler serokê wê bû 6 milyon cihû û roman, LGBTI+ û kêmendan di nav de 11 milyon mirov kuştibûn.
Yek ji van bernameyên bibîranînê, duh li Civata Giştî ya Parlamentoya Ewropayê (PE) bi beşdariya Serokomarê Israîlhe Isaac Herzogî pêk hatiye. Îro jî li Parlamentoya Federal a Almanyayê kesên di Holokostê de can dane, hatine bibîranîn.
Yek ji qurbaniyên Holokostê Rozette Kats di dema civînê de axiviye û kesên ji ber nasnameya xwe ya zayendî û meyla xwe ya zayendî zilm lê hatiye kirin û hatine kuştin bibîr aniye.
Şansolyeyê Almanyayê û siyasetmedarê ji Partiya Sosyal Demokratan (SPD) Olaf Scholzî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî peyamek weşandiye, bal kişandiye berpirsiyariya dîrokî ya Almanyayê ya ji ber kuştina bi milyonan cihûyan:
"Êşa ku 6 milyon cihûyên bêguhen, ên hatine kuştin nehatiye jibîrkirin, mîna êşa kesên rizgarbûyî. Ji bo siberojê 'careke din nebe' di Roja Bîranînê ya Holokostê de em berpirsiyariya xwe bibîr tînin." (SD/FD)