* Fotograf: Oğuz Yeter / AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Agir bi Dêra Ermeniyên Katolîk a Surp Pirgiçî ketiye. Dêra navborî li taxa Karakoyê ya Beyoglûya Stenbolê ye. Agir duh (23ê Kanûna Paşiyê) di saetên şevê de bi beşa lojmanê ya Dêrê ketiye.
Di encama şewatê de du kes mirine.
Qaymeqamê Beyoglûyê Mûstafa Demîrellî û Serokê Rûhanî yê Civaka Ermeniyên Katolîk a Tirkiyeyê Levon Zekiyan çûne herêmê û derbarê xebatên agirkujiyê û rizgarkirinê de zanyarî wergirtine.
Qaymeqam Demîrelliyî gotiye ku ji ber sedemeke nediyar agir bi beşa lojmanan a Dêrê ketiye: "Agirkujên me bi lez û bez dest bi xebatên vemirandina agirî kiriye. Niha ekîba me ya agirkujiyê xebatên cemidandinê dikin."
Tîmên agirkuj piştî xebatên cemidandinê, di nava lojmana wêranbûyî de dest bi lêgerînê kiriye. Di encama vê lêgerînê de cesedê kesekî/ê hatiye dîtin. Tîmên lêkolîna li cihê bûyeran jî çûne û li lojmanê ji bo demekê lêkolîn kiriye.
Di encama vê lêkolînê de ekîban cesedekî din jî dîtiye. Li gorî vê encamê du kes ji ber şewatê mirine.
Walîtiya Stenbolê di saetên şevê de derbarê şewatê de daxuyaniyek weşandiye û gotiye ku piştî agir bi Dêrê ketiye ekîbên wan ên agirkujiyê, tenduristiyê û ewlekariyê çûne cihê bûyerê û wan agir kontrol kiriye. "Çar kes hatine derxistin, du kesên bandora dûmanê li wan bûye, ji bo tedbîrgirtinê şandine nexweşxaneyan. Ekîbên me yên peywirdar li cihê bûyerê xebatên xwe dewam dikin. Ji bo civaka Dêrê û niştecihên taxê em dibêjin derbasbûyî be. Lêkolîna derbarê mijarê de dest pê kiriye."
Serdar Celalê yek ji rêvebirên Weqfa Dêra Katolîkên Ermenî ya Sakizagaciyê ya Beyoglûyê bi rojnameya Agosê re axiviye û gotiye:
"Du kes li nexweşxaneyê ne. Rewşa wan baş e. Li gorî gotinê heft kes hene. Sê kesên din derketine. Du kes di hundir de mane. Rewşa wan nayê zanîn. Tê gotin ku di dema çêkirina xwarinê de agir pê ketiye. Agir li beşa xizanên li ser Weqê tomarkirî ne derketiye." (SD/FD)