Fotograf: AA / Arşîv
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Parlamentoya Federal a Almanyayê îro di civîneke taybet de sûcên DAIŞê li dijî êzidiyan kirine, weke komkujî qebûl kiriye.
Di parlamentoyê de deng ji bo pêşnûneyê hatine bikaranîn û bi yekdengî ev pêşnûme hatiye qebûlkirin.
Wezîra Karûbarên Derve ya Almanyayê Annalena Baerbockê biryara Parlamentoyê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî û bi kurdî weşandiye:
"Berî sê sala min jinên Êzîdî li bakurê Iraqê nas kirin: Ew hatbûn revandin, bûbûn kole, û qurbaniyê destdrêj kirinê. Ev êşa wan min ticari bernade. Bundestag biryar da ku navê sûcên DIŞIê yên li dijî Êzidiyan bike:
"Em dizanin ku ti biryareke parlemantoya di vê cîhanê de nikare êşên wan ji holê rake. Lê ez ji kûr ve bawer im ku ev biryar cûdahiyekê çêdike: belê ev gavek girîng e ber bi qenûl kirina êşan, herwisa çespandina #edaletê ji bo Rizgarbûyan.
Welatê me niha mezintirîn dîaspora Êzîdî ya cîhanê ye. Dengdana îro deyndarê rola wan a bê westan e. #YazidiGenocide"
Berî sê sala min jinên Êzîdî li bakurê Iraqê nas kirin: Ew hatbûn revandin, bûbûn kole, û qurbaniyê destdrêj kirinê. Ev êşa wan min ticari bernade. Bundestag biryar da ku navê sûcên DIŞIê yên li dijî Êzidiyan bike: #jenosîd. 1/3
— Außenministerin Annalena Baerbock (@ABaerbock) January 19, 2023
Di pêşnûmeyê de çi hebû?
Di pêşnûmeyê de ya ku Meclîsa Federal a Almanyayê qebûl kiriye ev xal hebûn:
"Parlamentoya Elmanyayê qurbaniyên sûcên ku rêxistina bi navê DAIŞê ya li Iraq û Sûriyeyê bi rêzdarî bibîr tîne. Her weha êşên ku rêxistina terorê, DAIŞê bi sed hezaran însana daye kişandin, qebûl dike."
Di heman pêşnûmeyê de behsa armancên êrîşa DAIŞê ya li ser êzidiyan: "Armanca DAIŞê ew bû ku civaka êzidiyan tune bike. Bi taybet di sala 2014an de zêdetirî 5 hezar DAIŞê rastî îşkenceya DAIŞê hatin û bi hovane hatin kuştin.
"Bi darê zorê kirin ku êzidî ola xwe biguherînin, kesên ku li dijî vê derketin bidarve kirin an jî bi darê zorê ew kirin kole, zarokên kur di dibistanên Quranê de hatin perwerdekirin, ew kirin leşkerên zarok an jî weke kujerên xwekuştinê hatine bikaranîn."
Her weha behsa rewşa êzidiyên jin û serpêhatiyên wan jî hatiye kirin: "Civaka êzidiyan zarokê/a ne ji dê û bavekî êzîdî be, qebûl nake. DAIŞ ji bo civaka êzidiyan biçûk bixe, bi zanebûn tundkariya zayendî li êzidiyên jin kiriye." (SD/FD)