Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Ji ber bi kurdî silav daye hevaleke xwe, cezayê dîsîplînê li Hêvşaredarê bere yê Hîzanê Îhsan Ûgûrî birine.
Li gorî nûçeya MAyê, Ûgûr di 22yê Çiriya Paşiyê ya 2022yan de ji bo dermankirinê birine Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîlî ya Amedê. Li vir rastî hevaleke xwe hatiye û bi kurdî bi wî hevalekê xwe re axiviye. Ji ber vê sedemê ew derman nekirine û bi şûn de vegerandine girtîgehê. Her weha paşê jî cezayê dîsîplînê dane wî.
Di encama lêpirsîna ku rêvebiriya girtîgehê daye destpêkirin de, Ûgûr wê nikaribe mehekê beşdarî bernameyên spor û sohbetkirinê bibe.
Ûgûr roja duşemê bi malbata xwe re hevdîtina vekirî kiriye û gotiye: “Beriya 2 mehan ji ber nexweşiyê min birin nexweşxaneyê. Lê ji ber ku min bi kurdî silav da hevaleke xwe. Derheqê min de lêpirsîna disiplînê hatiye destpêkirin. Ewilî ev lêpirsîn ji bo hevdîtina vekirî bû û paşê veguherandin astengkirina bernameyên spor, sohbetkirin û kursê. Min serî li her cihî da lê ti encam jê derneket û mehek cezayê xebatên civakî li min birîn.”
Ûgûr di 14ê Kanûna Pêşiyê ya 2016an de hatibû desteserkirin û û piştre jî hatibû girtin. 2yem Dadgeha Cezayê Giran a Bedlîsê bi îdiaya ku “endamê rêxistinê ye” û “propagandaya rêxistinê kiriye” 12 sal û 4 meh ceza li Ûgûrî birîbû. (AS/FD)