Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Dadgeha Şoreşê ya Îranê 9 sal û 9 meh cezayê girtîgehê li derhêner Mujgan Îlanlûyê biriye. Her weha wê 74 qemçî li Îlanlûyê bixin û di salan wê nikaribe medyaya civakî bikar bîne.
Piştî ku “polîsên exlaqparêz” Jîna Mahsa Amînî desteser kirin û wê di dema desteserkirinê de can dabû, di 17ê Îlona 2022an de xwepêşandan destpêkiribûn. Îlanlûyê piştgiriya van xwenîşandanan kiribû û di 17ê Çiriya Pêşiyê ya 2022yan de hatibû desteserkirin.
Îlanlûyê li ser medyaya civakî video diweşand û piştgiriya xwe ji bo xwenîşandanan diyar dikir. Di vîdeoyekê de serê xwe vekiribû û gotibû: “Ez ditirsim ku bêdeng bimînim û wijdan, mirovahî û rûmeta di nava min de heta nuqteya dawiyê tüne bibe. Ma hûn natirsin?”
Li gorî nûçeya malpera nûçeyan a Şark Daily ya Îranê, Dadgeha Şoreşê bi tohmeta ku “Li dijî ewlehiya netewî kar û xebatên aşkere û vekirî kiriye 6 sal, bi tohmeta ku “li dijî rejîmê propaganda kiriye” 15 meh, bi tohmeta ku ewlehiya civakê têk biriye 15 meh, bi tohmeta ku “beşdarbûna çalakiyên dijyasayî kiriye” jî 15 meh, li ser hev 9 sal û 9 meh cezayê girtîgehê li Îlanlûyê biriye.
Her weha dadgehê biryar daye ku 74 qamçî lê bidin û bi 80 milyon riyal (nêzîkî 3 hezar û 700 TL) cezayê pereyan were cezakirin.
Dadgehê di biryara xwe de diyar kiriye ku nabe Mujgan Îlanlû 2 salan bikeve medyaya civakî û wê bikar bîne, bibe endama komeke siyasî yan jî civakî, derkeve ji derveyî welêt. Dadgehê dest danîye ser kompüter û telefona Îlanlûyê jî.
Li gorî heman nûçeyê, zêdetirî 10 roj in hestiyê lingê Îlanlûyê şikestî ne û ew nikare tevbigere. Digel daxwaza parêzerê/a wê jî, dadwerî destur nedaye li derveyî girtîgehê bê dermankirin. (SD/FD)