Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Kemal Kûrkût, xwendekarê zanîngehê di Newroza 2017an de li Amedê hatibû kuştin. Di doza kuştina Kûrkûtî de Polîsê ku bi tohmeta “bi qestî kuştiye” dihat dadkirin, beraet kiriye.
Piştî ku Dadgeha Edliyeya Herêmî ya Amedê biryar betal kiriye, li 7emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê carekê din pêvajoya darizandinê destpê kiribû. Dadgehê biryara xwe aşkere kiriye.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê Dadgeha Îstînafê ji bo bûyerê, nirxandina “Di kuştina Kûrkutî de şert û mercên bikaranîna çekê çêbûne” kiribû. Bi vê yekê re biryara beraetê ya ji bo Y.Ş. betal kiribû û biryara “Cihê cezakirinê nîne” daye. Piştî vê biryara Dadgeha Îstînafê, Y.Ş. dîsa hate darizandin û biryara “Cihê cezakirinê nîne” hatiye dayîn.
Dozger di navbera danişînê de xwestiye ku şandeya dadgehê di çarçoveya biryara Dadgeha Îstînafê ya “Cihê cezakirinê nîne” de tevbigere. Polîsê bersûc Y.K. tawanên heyî qebûl nekiriye û wiha gotiye: “Bersûcê xelet tê darizandin. Heke lêpirsîna dosyayê bi rast û dirûst bihata kirin dê bersûcên rasteqîn derketibûna holê.”
Birayê Kemal Kurkut, Cîhan Kurkut jî xwestiye ku edalet pêk bê û wiha gotiye: “Pir eşkere ye bê ka delîlên di dosyayê de û wêneyên bûyerê çawa derketin holê. Ez dixwazim ku bersûc were cezakirin.”
“Dixwazin dosyeyê bêceza bigirin”
Parêzerê malbata Kurkut, Serdar Çelebî jî diyar kiriye ku dosya yek ji dosyayên necezakirinê ye û wiha gotiye: “Yek ji wan darizandinan e ku faîl polîs û kuştî kurd e. Me dixwest ku faîl were tespîtkirin û darizandin. Lê ji destpêkê ve hemû daxwazên me hatin redkirin. Di dozeke wiha de çawa daxwaza keşfê tê redkirin? Ez îdia dikim ku ji ber keşf nehat kirin, yek ji endamên şandeyê cihê bersûc û kuştî nizane. Armanc ew e ku dosya bi necezakirinê were girtin.”
“Darizîneke ji rêzêye ye ku faîl polîs e û kuştî jî Kurd e,”
“Di rapora Buroya Krîmînal a Neteweyî de tê gotin ku bersûc raste rast Kurkut hedef girtiye û gule berdane. Bêyî ku îtîrazek çêbibe, bi biryareke navberê ya dadgehê re daxwaza jinûve çêkirina raporê hate kirin. Di rapora duyemîn a Buroya Krîmînal a Neteweyî de gotinên tam berevajî vê hatine nivîsandin. Di rapora Saziya Tipa Edlî (ATK) de tê gotin ku guleya rê li ber mirina Kurkut vekirî ji jor hatiye. Erê baş e guleya ji erdê vedipeşe çawa ji jor ve dikev laş de? Her wiha Dadgeha Îstînafê biryara beraetê betal kir. Pir eşkere ye bê ka mafê jiyanê di kîjan rewşan de tê binpêkirin. Heke rewşeke parastina rewa, hewldaneke li dijî girtinê hebe yan jî serhildan û rewşeke awarte hebe dibe. Lê tu rewşeke ku mafê jiyanê were binpêkirin derneketiye holê. Di doza li Dadgeha Îdareyê de mufetîşên milkiyeyê rapor amadekirin û gotin; ‘mercên bikaranîna çekê çênebûbûn’ û ‘amiran fermana guleberdanê nedabûn.’ Her wiha di raporê de wiha tê gotin; ‘heke gef xwaribe jî mercên ku vê gefa xwe pêk bîne tune bûn. Hatiye tespîtkirin ku rêbaza bikaranîna çekê nayê qebûlkirin.’ Bersûc bi zanebûn ev cînayet kir. Divê bi sedema kuştina qesdî were cezakirin û bê girtin.”
Serdar Çelebî, parêzerê malbata Kûrkût gotiye, “Darizîneke ji rêzêye ye ku faîl polîs e û kuştî jî Kurd e,”
Dadgehê destnîşan kiriye ku “Di kuştina Kûrkutî de şert û mercên bikaranîna çekê çêbûne” û biryara beraetê ya Y.Ş. daye.
(AS/AY)