Fotograf: MA
Haberin Kürtçesi için tıklayın
Rêxistina Çavdêriya li Mafên Mirovan (HRW) rapora xwe ya cîhanê ya sala 2023yan û raporên welatan ên li gorî vê rapora cîhanî hatine amadekirin, weşandine.
HRWyê ji bo nêzîkî 100 welatan rapor amade kirine ku behra rewşa azadî û mafan dike û ji 723 rûpelan pêk hatiye. Di raporê de dema behsa Tirkiyeyê kiriye gotiye, hikûmet beriya hilbijartina 2023yan "erka xwe ya pêkanîna sansurê zêdetir kiriye û bi dadgehkirinên bêbingeh û cezayên girtîgehan mixalifan dike hedef."
Raporê cezayê ku li Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglûyî hatiye birîn bibîr xistiye û bi kurtasî behsa van tiştan kiriye:
"Hikûmeta otorîter a Serokomar Recep Tayyîp Erdoganî, beriya hilbijartina parlamentoyê û serokomariyê ya wê di nîvê yekem ê sala 2023yan de pêk bê, kesên rexneyan li hikûmetê dikin û mixalifên siyasî bi rêkûpêk dike hedef û medya û darazê bi rengekî xurt xistiye bin kontrola xwe.
"Di krîza ekonomiyê ya kûr bûye de, meha Çiriya Pêşiyê rêjeya enflasyonê ya salane gihîştiye ji sedî 85an. Dîsa di meha Çiriya Pêşiyê de yaseyek bi piştgiriya hikûmetê kete meriyetê ku belavkirina "zanyariyên mirovan dixapînin" weke sûc qebûl dike, kontrola li ser şîrketên medyaya civakî û malperên nûçeyan ên online zêde dike, ji bo rojnamegeriya serbixwe sansur bikin û mafê bidestxistina zanyariyan sînordar bikin erkeke zêdetir dike rayedaran."
Azadiya xweîfadekirinê, birêxistinkirinê û civînê
Bi kurtasî çavdêrî û nirxandinên beşa Tirkiyeyê yên rapora HRWyê wiha ne:
"Di dema nivîsandina van rêzikan de, bi kêmanî 65 rojnameger û medyakar ji ber kar û barên xwe yên rojnamegeriyê yan jî têkiliyên xwe yên bi çapemeniyê re, ji ber sûcê terorê girtî bûn an jî ceza xwaribûn û di girtîgehê de bûn.
"16 rojnamegerên kurd ên di platformên cuda ên medyaya kurdan de kar dikin, piştî di meha Hezîranê de li Amedê hatin desteserkirin, bi tohmeta "endamtiya rêxistina terorê" hatin girtin ku gelek caran ev tişt, tê îstîsmarkirin. Di meha Çiriya Pêşiyê de neh rojnamegerên kurd ên din hadin desteserkirin û li bajarên cûrbecûr hatin girtin. Dema ev rêzik dihatin nivîsandin, rojnamegerên navborî hîna jî girtî bûn û di girtîgehan de bûn."
Mafên jinan
"Li Tirkiyeyê dadgeha erka wê herî zêde ya dozên derbarê kar û barên rêvebiriyê de, Şûraya Dewletê ye ku di meha Tîrmehê de ji bo gelek dozên rêxistinên jinan û partiyên siyasî yên mixalif vekirine, biryarek da û di vê biryarê de got ku biryara betalkirina peymanê ya Serokomariyê li gorî hiqûqê ye û ev biryar gelekî hate nîqaşkirin.
"Hejmara zêde ya kuştina jinan li Tirkiyeyê, zehmetiyên di warê parastina bi bandor a jinên ku tundkariya nav malê de radigihînin nîşan dide; li gorî Wezareta Karûbarên Hundir, di sala 2021an de ji 307 jinan 38ê wan ji polîs û dadgehan biryara parastinê wergirtine."
Zextên li ser kurdan û mixalîfan
"Li gundewarên herêmên Rojhilat û Başûr Rojhilatê Tirkiyeyê şer û pevçûnên di navbera PKKyê û artêşê de kêm bûne. Lê Tirkiye operasyonên xwe yên leşkerî yên li Herêma Kurdistana Iraqê ya baregehên PKKyê li wir in û her diçe zêdetir jî li Bakur Rojhilatê Sûriyeyê, li dijî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ya kurd serkirdeyên wê ne û DYA û Ingilîstan piştgiriya wê dike, bi bikaranîna balafirên bêmirov jî gûrtir kiriye.
"Li herêmên di bin dagirkirina Tirkiyeyê de yên li Bakur Rojhilatê Sûriyeyê, Tirkiye û hêzên Sûriyeyî yên di bin kontrola wê de, di nava şert û mercên necezakirinê de, bi berdewamî mafên sivîlan binpê kirin û azadiyên wan asteng kirin.
"Hevpeymana desthilatdariyê, kampanyeya krîmînalîzekirina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) dewam dike ku li parlamentoyê xwediyê 56 kursiyan e û mixalif e. Li hêlekê jî gelek parlamenter û şaredarên berê yên HDPyî, ji ber xebatên xwe yên siyasî yên rewa yên tundkarî tê de nebûn û peyamên xwe yên li ser medyaya civakî, bi tohmeta terorî hatine dadgehkirin, ceza wergirtine an jî girtî ne."
Ji bo tevahiya raporê ya derbarê Tirkiyeyê de, bitikîne
(SD/FD)