Fotograf: Ruken Tuncel / bianet
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Seroka Desteya Navendî ya Yekîtiya Doktorên Tirk (TTB) Şebnem Korûr – Fîncanci duh ber êvarê ji Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê derket. Korûr – Fîncanci duh hate dadgehkirin û heyeta dadgehê ew bi 2 sal û 8 meh û 15 roj cezayê girtîgehê ceza kir û tehliye kir.
Bixwîne - Şebnem Korûr-Fîncanci tehliye bûye
Beriya ku Korûr – Fîncanci ji girtîgehê derkeve, polîsan li ber girtîgehê barîkat danîn. Parêzer jî tê de nehiştin ti kes bikeve hundir.
Piştî ku kar û barên Korûr – Fîncanciyê qediyan, ew saet di 18.00ê de ji girtîgihê derket. Korûr - Fîncanci bi sloganên "Jin jiyan azadî", "TTB bêdeng nebû, wê bêdeng nebe" hate pêşwazîkirin. Wê li ber girtîgehê daxuyaniyek da.
Got ku, "Digel hemû zext û zordariyan, ez spasiya wan kesan dikim ku bi me re piştevan bûn."
Korûr – Fîncanciyê behsa cezayê lê hatiye birîn kir û got: "Aqil qebûl nake wî tiştî ku polîtîkaya weşanê ya kanalekê weke sûc bê nirxandin û ez weke berpirsa vî tiştî bêm dîtin û cezakirin. Em ê ne tenê tiştên gefê li mirovan dixwin, her weha yên li hemû zîndîweran dixwin bi berdewamî bibêjin. Şerê me neqediya, heta ku ser rûyê erdê bibe cihê evînê, em ê têkoşînê berdewam bikin."
Şebnem Korur Fincancı: "Bitmedi kavgamız bitmeyecek, yeryüzü aşkın yüzü oluncaya dek..."
— Ruken Tuncel (@ruken_tuncel) January 11, 2023
Ve "TTB'yi biraz zor kapatırlar" diye noktaladı pic.twitter.com/kETsMw3goH
Bixwîne - Şebnem Korûr Fîncanci hatiye girtin
Bixwîne- Şebnem Korûr-Fîncanci desteser kirine
Bixwîne- Şebnem Korûr-Fîncanci: Gelek caran min nîşan daye ku ez bêdeng nabim
Çi bûbû?
Prof. Dr. Şebnem Korûr-Fîncaniya ku pispora tiba edlî ye, di Medya Haberê de axivîbû. Korûr-Fîncanciyê derbarê wan îdiayên ku dibêjin TSKyê di dema operasyonên leşkerî de çekên kîmyewî bikar aniye de, gotibû, wê dîmen temaşe kirine:
“Diyare ku yek ji gazên kîmyewî yên toksîk ên rasterast bandorê li ser sîstema siniran dike hatiye bikaranîn. Her çend bikaranîna wan qedexe be jî, em dibînin ku di dema pevçûnan de tê bikaranîn.”
Korûr-Fîncanciyê diyar kiribû ku li gorî peymanên navnetewî, divê heyetên serbixwe li herêmê lêkolînan bikin û divê li gorî rêgezên Protokola Mînesotayê tevgerin.
Piştî van daxuyaniyan, rojnameya Yenî Şafakê nûçeyek weşand û got: “Gotinên bi îxanetkirinê tijî ji Seroka TTB, Şebnem Korûr Fîncanciyê: Di kanala PKKyê de derew li TSKyê kir.”
Rojnameya Sabahê jî bi heman rengî nûçeyek weşand û got: “Fermandarên teqawidbûyî li dijî derewa ‘çeka kimyewî’ gelekî bihêrs bûn: Bila Şebnam Korûr Fîncanci li ber hiqûqê hesab bide!”
Paşê jî Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Wezîrê Berevaniyê Hûlûsî Akarî derbarê îdiayên bikaranîna çekên kîmyewî de daxuyanî dan û gotin ku ew nûçe ne rast in.
Serdozgeriya Komarî ya Enqereyê derbarê Prof. Dr. Şebnem Korûr Fîncanciyê de lêpirsînek da destpêkirin.
(RT/FD)