Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
3emîn danişîna doza Prof. Dr. Şebnem Korûr-Fîncanci, Pispora Tipa Edlî, mafparêz û Seroka Konseya Navendî ya Yekitiya Doktorên Tirkan(TTB) li 24emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê pêk hat. Ji bo Korûr-Fîncanciyê heta 7 salan cezayê girtîgehê tê xwestin.
Serokê Dadgehê bi tohmeta ku Şebnem Korûr-Fîncanciyê “propagandaya rêxistina terorê kiriye” 2 sal û 8 meh û 15 roj cezayê girtîgehê lê biriye û biryara tehliyeya wê daye.
Kesên ku li pêş salona danişînê sekinîne dirûşmên, “Ev hê destpêke, em ê têkoşînê bidomîne” û “Şebnem Xoce rûmeta me ye” berz kirine.
Danişînê di saet 10ê sibê de destpê kir û dozger nêrîna xwe dûbare kir û xwest ku Korûr-Fîncanci di xala 7/2 ya TMKyê de were cezakirin û girtî mayîna wê bidome.
Piştre Serokê Baroya Amedê Nahît Eren mafê axaftinê girt û diyar kir ku serokê dadgehê mafê darizandina edil binpê kiriye.
Eren bal kişand ser şert û mercên fizîkî yên salona dadgehê û xwest biryara sînordarkirina parêzeran bê rakirin.
Hevserokê Giştî yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Ozturk Turkdogan axivî û got ku darizandina Fîncanciyê ya bi awayekî girtî neheqî ye. Turkdogan diyar kir ku tu bingeha hiqûqî ya tawanbariyên li Fîncanci tên kirin, biryara girtinê û daxwaza cezakirina herî giran nîne. Bi domdarî Turkdogan ev tişt anî ziman: “Gelo ma dozgerên komarê qet merek nakin bê ka li ser sînor çi diqewime? Nabe ku parastvanên mafên mirovan ji ber bangawaziyên xwe bên darizandin.”
Piştre jî parêzer Merîç Eyûboglûyê mafê axaftinê girt û got ku hewldan heye ku doz demildest were bidawîkirin. Eyûboglûyê wiha got:
“Mirov tiştên derî hiqûqê hatine kirin çiqas binivîse jî xelas nabin. Em çi bibêjin li hewa dimîne. Şandeya dadgehê hewl dide dozê tavilê bidawî bike. Me gelek rewşên derhiqûqî pêşkeş kirin lê ne şandeya dadgehê û ne jî dozger guh neda me. Her wiha me derheqê dozger de li HSK’ê gilî kir. Dozger beriya ku were danişînê mutalaaya xwe amade kir. Bêyî ku li ser delîlan nîqaş bike ev mutalaa amade kiriye û ev jî nîşan dide ku bêalî nîne. Piştî axaftinên Fîncanci yên li Medya Haberê qiyamet rabû. Lê kesek ji ber ‘propagandayê’ nayê girtin. Lê heke kesa behsa xeberê Şebnem Korur Fîncanci be rewş diguhere. Zext li ser dadgehê heye û serbixwe nîne. Dadger nikarin dengê wijdana xwe guhdarî bikin û wisa biryarê bidin. Bêguman divê biryara beraetê were dayîn. Ji ber ku li holê sûcek nîne.”
Serokê Dadgehê bi tohmeta ku Şebnem Korûr-Fîncanciyê “propagandaya rêxistina terorê kiriye” 2 sal û 8 meh û 15 roj cezayê girtîgehê lê birî û biryara tehliyeya wê da.
Bixwîne - Şebnem Korûr Fîncanci hatiye girtin
Bixwîne- Şebnem Korûr-Fîncanci desteser kirine
Bixwîne- Şebnem Korûr-Fîncanci: Gelek caran min nîşan daye ku ez bêdeng nabim
Çi bûbû?
Prof. Dr. Şebnem Korûr-Fîncaniya ku pispora tiba edlî ye, di Medya Haberê de axivîbû. Korûr-Fîncanciyê derbarê wan îdiayên ku dibêjin TSKyê di dema operasyonên leşkerî de çekên kîmyewî bikar aniye de, gotibû, wê dîmen temaşe kirine:
“Diyare ku yek ji gazên kîmyewî yên toksîk ên rasterast bandorê li ser sîstema siniran dike hatiye bikaranîn. Her çend bikaranîna wan qedexe be jî, em dibînin ku di dema pevçûnan de tê bikaranîn.”
Korûr-Fîncanciyê diyar kiribû ku li gorî peymanên navnetewî, divê heyetên serbixwe li herêmê lêkolînan bikin û divê li gorî rêgezên Protokola Mînesotayê tevgerin.
Piştî van daxuyaniyan, rojnameya Yenî Şafakê nûçeyek weşand û got: “Gotinên bi îxanetkirinê tijî ji Seroka TTB, Şebnem Korûr Fîncanciyê: Di kanala PKKyê de derew li TSKyê kir.”
Rojnameya Sabahê jî bi heman rengî nûçeyek weşand û got: “Fermandarên teqawidbûyî li dijî derewa ‘çeka kimyewî’ gelekî bihêrs bûn: Bila Şebnam Korûr Fîncanci li ber hiqûqê hesab bide!”
Paşê jî Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Wezîrê Berevaniyê Hûlûsî Akarî derbarê îdiayên bikaranîna çekên kîmyewî de daxuyanî dan û gotin ku ew nûçe ne rast in.
Serdozgeriya Komarî ya Enqereyê derbarê Prof. Dr. Şebnem Korûr Fîncanciyê de lêpirsînek da destpêkirin. (RT/AY)